BOKAN - Bavê xwendekarê ku mamoste lê xistibû: Mamoste hat girtin

29-10-2025
RÛDAW
Ferhad Pertewyan bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Ferhad Pertewyan bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Bokan Mamoste Xwendekar Lêxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku li Bokanê mamosteyekî li xwendekarekî da û ew xwendekar rakirin nexweşxaneyê, mamoste ji kar hat dûrxistin û pişt re hat girtin.

Ferhad Pertewyanê ku bavê xwendekar e bû mêvanê bultena saet 17:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû û li ser bûyerê û rewşa tenduristiyê ya kurê xwe agahiyên zêdetir dan.

Ferhad Pertewyan ragihand, "Niha tenduristiya kurê min Arwîn baş e û doh bi şev ji nexweşxaneyê derket û vegeriya malê."

Bavê xwendekar amaje bi wê yekê kir ku bijîşkan gotiye, pêwîst e Arwîn çend rojan li malê bêhna xwe vede û anî ziman:

"Em dixwazin ku di demeke kurt de vegere dibistanê, ji ber vê yekê dê roja şemiyê vegere dibistana xwe."

Ferhad Pertewyan diyar kir ku ji ber lêdanê zerer gihaye ser û stûyê Arwîn û da zanîn:

"Spas ji bo Xwedê, pêwîstiya wî bi emeliyatê nîne û divê em piştî 2 hefteyan careke din biçin serdana bijîşk da ku pişkinînên nû jê re bên kirin."

Bavê xwendekar spasiya berpirsên Bokanê, bi taybetî Qaymeqam Xeşayar Senetî kir ku baş li pey bûyerê çûne û got:

"Min gilî tomar kir, niha mamoste ji kar hatiye dûrxistin û hatiye girtin."

Ferhad Pertewyan destnîşan kir ku Arwîn werzişvan e û berê di werzişa karateyê de di asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê de pileya sêyem bi dest xistiye.

Li dibistana seretayî ya kuran a Bahunerê ya li navenda bajarê Bokanê pêr alîkarê birêvebir bi tundî li xwendekarekî pola 6an xist.

Xwendekarê bi navê Arwîn Pertewyan piştî ku vedigere malê, tenduristiya wî têk diçe û ser û stûyê wî diêşin û malbat wî dibe nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst