STENBOL – Mamosteya 28 salî destdirêjî li xwendekarê 14 salî kir, hat girtin

22-02-2024
Nîşan Stenbol Destdirêjî Xwendekar Zarok Mamoste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê mamosteya 28 salî ya ku destdirêjî li xwendekarê 14 salî kiribû hat girtin.

Derket holê ku mamosteya Spanyolî Betul Nisa Ç.ya 28 salî destdirêjî li xwendekarê xwe yê 14 salî yê ku diçe pola 7an kiriye.

Li gorî nûçeya Sabahê, Betul Nisa Ç.ya ku li navçeya Gazîosmanpaşayê li dibistaneke taybet mamoste ye, bi rêya torên civakî bi xwendekarê xwe Muhammed A. re axiviye.

Piştî ku pêwendiya wan xurt bûye, xwendekar çûye mala mamosteyê û wan seks kiriye.

Piştî ku malbat ji rewşê agahdar bû, bavê wî xwendekarî giliyê Betul Nisayê kiriye.

Muhammed A. di îfadeya xwe de got ku ew berê bi rêya peyaman axivîne, piştre çûye mala mamosteya xwe û wan piştre seks kiriye.

Muhammed A. herwiha da zanîn ku mamosteya wî zor lê nekiriye.

Betul Nisayê jî di îfadeya xwe de anî zimên ku xwendekarê wê gotiye ez 16 salî me.

Mamosteyê diyar kir ku ew û xwendekarê xwe nêzîkî hev bûne lê îdiayên seksê red kirin.

Mamoste hat girtin

Mamoste Betul Nisa Ç. Piştî îfadeya xwe bi tohmeta “Destdirêjiya li zarokan” hat girtin û hêzên ewlehiyê ew veguhast girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst