Cizîra Botan ji bo pêşwaziya Serok Barzanî amade ye

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Cizîra Botan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cizîra Botan Sempozyûma 4emîn a Melayê Cizîrî tê lidarxistin û tê payîn ku Serok Mesûd Barzanî jî îro tevlî sempozyûmê bibe.

Biryar e Serok Barzanî di sempozyumê de gotarekê pêşkêş bike

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci Serok Mesûd Barzanî dê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Cizîrê bibe û Serokê Şaredariya Şirnexê Mehmet Yarka, parlamenterên AK Partî û DEM Partiyê yên Şirnexê dê Serok Barzanî pêşkêş bikin.

Li Cizîrê amadehiyên berfireh hatine kirin

Li gorî zanyariyên Abdullselam Akinci, li Cizîrê ji bo Serok Barzanî amadekariyeke berfireh hatiye kirin.

Li seranserê navçeyê, li xalên cuda posterên ku wêneyên Serok Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên ku berê bi hev re kişandibûn li ser hene, hatine daliqandin.

Li ser avahiya otela ku sempozyum lê tê lidarxistin, afîşeke mezin a ku li ser "Hûn bi xêr hatin Cizîrê" nivîsandî ye hatiye daliqandin.

Li aliyê din, li Mizgefta Sor û li Mizgefta Nebî Nûh a Cizîrê jî poster û wêneyên mezin ên Serok Mesûd Barzanî hatine daliqandin.

AK Partî û DEM Partî bi hev re Serok Barzanî pêşwazî dikin

Her wiha li gorî zanyariyan, parlamenterên Şirnexê yên AK Partî û DEM Partiyê, Parêzgarê Şirnexê, Şaredarê Şirnexê û rûspiyên bajêr ji bo pêşwazîkirina Serok Barzanî çûne Deriyê Sînorî yê Xabûrê.

Tê payîn ku Serok Barzanî derdora demjimêr 10:00an bigihêje Cizîrê û beşdarî sempozyumê bibe û gotarekê pêşkêş bike.

Li aliyê din, xelkê Şirnexê bi Alaya Kurdistanê çûye ser rêya Zaxo û Cizîrê û bi coşeke mezin li benda Serok Mesûd Barzanî ye.

Bernameya Serok Mesûd Barzanî

Hat zanîn ku di çarçoveya bernameyê de Serok Barzanî piştî gotara xwe dê serdana Mizgefta Nebî Nûh bike, piştre derbasî Medreseya Sor bibe û li ser gora Melayê Cizîrî dia bike.

Serok Barzanî piştre jî ew dê biçe Tirbeya Mem û Zînê bike.

Tê diyarkirin ku Serok Mesûd Barzanî piştî ziyareta Mem û Zînê her ser gora Şerafettîn Elçî jî bike.

Tê çaverêkirin ku Serok Barzanî piştî hevdîtin û ziyaretên bi nûnerên partiyên siyasî û sivîl ew dê êvarî vegere Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst