Arslan Tatar: Me Kurdayetî ji Serok Barzanî dît

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Arslan Tatar Melayê Cizîrî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sempozyuma 4emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî berdewam dike.

Parlamenterê Şirnexê yê AK Partiyê Arslan Tatar di sempozyûmê de axaftineke balkêş kir û ji Serok Barzanî re got, "Cenabê Serok Barzanî, tu ronahiya çavên me yî. Em di zarokatiya xwe de bi xeyala te mezin bûn."

Tatar di axaftina xwe de behsa bîranîneke xwe ya li Enqereyê ya derbarê pirsgirêka avê de kir û gotinên Mela Mistefa Barzanî yên li ser leşkerên Tirkan bi bîr anîn.

"Tu kurê wî zatî yî, tu kurê Mela Mistefa yî"

Arslan Tatar bixêrhatina Serok Barzanî kir û hezkirina xwe ya ji bo wî û Malbata Barzanî wiha anî zimên:

"Serok Mesûd Barzanî; mamo, xalo... Ne tu xalê min î, tu mamê min î. Tu ronahiya çavê me yî.

Em di zarokatiya xwe de, bi xeyala te mezin bûn. Tu kurê wî zatî yî, tu kurê Mela Mistefayê Barzanî yî. Me Kurdayetî dîtibe, me li te dîtiye. Me li bavê te dîtiye.”

"Min got cîranê te birçî be û tu têr razê..."

Tatar behsa hevdîtineke ku beriya du mehan li Enqereyê bi 12 parlamenterên Herêma Kurdistanê re pêk anîbû kir û got:

"Beriya du mehan, 12 parlamenterên Îraqê yên Kurdistanî hatin paytexta me, Serokatiya Parlamentoya me.

Her wiha li cem Numan Kurtulmuş Beg me civîn kir. Piştî axaftinên xwe, wan bi fermî got, 'Me av tune em çavên xwe bişon. Em tengasiya avê dikişînin.'

Min jî got Numan Beg, musadeya te hebe ez dê axaftinekê bikim. Got kerem bike.

Min got Pêxember Aleyhîselam dibêje; 'Cîranê te birçî be û tu têr razê, tu ne ji ummeta min î.'

Numan Beg got, ' Daxwaza avê kirin?' Min got, 'Tabî hinekê avê bidin wan.' Eynî şevê, her wiha Reîs Tayyîp Erdogan av da we."

"Em birayê hev in, em ji hev naqetin"

Parlamenterê AK Partiyê behsa pêşniyara xwe ya dayîna xaniyê xwe jî kir û wiha pê de çû:

"Serokatiya Parlamentoyê hema fikirî û got ev çi xanî ne? Min got ev xaniyê min e. Got: 'Hemû yê te ye?'... Min got hemû yê min e.

Min got, 'Madem em birayê hevdû ne, vî xanî jî ez bidim we bila mêvanê we lê razên.' Em birayê hev in. Em ji hevdû xilas nabin û em ji hev naqetin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst