Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê PKK û Tirkiyeyê HPG PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayên ku sala 2020an canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamên wan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, ew her pênc gerîlayên HPGyê meha Gulana 2020an li herêmên Avaşîn, Xakurkê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de canê xwe ji dest daye.

HPGyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji gelê Kurdistanê û malbatên gerîlayan re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên gerîlayan wiha ne:

Bawer Zîlan: Navê wî yê fermî Celal Avci ye, li Agiriya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Navê dayîka wê Kîbar û navê bavê wê jî Elî ye.

27ê Gulana 2020an li Herêmên Parastinê yên Medyayê canê xwe ji dest daye.

Avaşîn Întikam: Navê wê yê fermî Zeynep Ersonmez e, li Mûşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û

Navê dayîka wê Gulperî û navê  bavê wê Kudbettîn e û 12ê Gulana 2020an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.

Axîn Botan: Navê wê yê fermî Suheyla Baytekîn e, li Sêrta Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, navê dayîka wê Fadîlê û navê bavê wê Cangîr e.

12ê Gulana 2020an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.

Harun Gever: Navê wî yê fermî Îhsan Geylan e, li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye. Navê dayîka wê Atiye navê bavê wê Fettah e û 5ê Gulana 2020an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.

Egîd Şoreş: Navê wî yê fermî Celîl Gencezade ye,li Sineya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Navê dayîka wê Kubra û navê bavê wê Abdulmuhammed e û 5ê Gulana 2020an Xakurkê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst