MÊRDÎN - Ji ber kuştina endamên Malbata Kayayan 3 kes hatin girtin

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Qoser Malbata Kayayan Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di lêpirsîna kuştina endamên Malbata Kayayan ji bilî cîranê wan Mîrhan Can 2 kesên din jî hatin girtin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 25ê Çiriya Paşîn a 2025an Mehmet Kayayê 37 salî, hevjîna wî Berna Kayaya 33 salî û keça wan a 5 salî Samyelî Kaya li mala xwe bi kuştî hatibûn dîtin.

Her sê kes jî bi çekê hatibûn kuştin û gule li serê wan ketibû.

Lêpirsîna derbarê mirina Mehmet Kaya hevjîna wî û Berna û keça wan a 5 salî Samyelî kûrtir dibe.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrdînê ji bo ronîkirina bûyerê tîmeke taybet ava kir.

Tîmên polîsan dîmenên kamerayên ewlehiyê yên li nav avahiyê û derdorê lêkolîn kirin û îfadeya cîran û kesûkarên malbatê wergirtin.

Di encama lêpirsînê de pêştir cîranê wan ê bi navê Mîrhan Can bi demançeya ku di bûyerê de hatibû bikaranîn re hatibû desteserkirin û girtin.

Her wiha kesê bi navê V.E. jî hatibû girtin.

Di berdewamiya lêpirsînê de 2 kesên din jî hatibûn desteserkirin û îro piştî karên îfade şandin dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst