Hoşyar Zêbarî: Idrîs Barzanî peywendiyên Kurd û Amerîkayê çê kirin

30-01-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Kurdistan Idrîs Barzanî Kurd Amerîka Hoşyar Zêbarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetvanê Kurd û wezîrê berê yê derve yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî dibêje, Idrîs Barzanî xwedî kesayetiyekî mezin bû roleke mezin di tevgera Kurdî de hebû û aşkere dike: “Idrîs Barzanî peywendiyên me û Amerîkayê çê kirin.”

Li bajarokê Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve îro Pêncşemê 30ê Çile merasîmek ji bo 33mîn salvegera koça dawiya Idrîs Barzanî û bîranîna wî hate sazkirin.

Di merasîmê de siyasetvanê Kurd û serkideyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hoşyar Zêbarî di gotarekê de behsa taybetmendî û ezmûna xwe li gel Idrîs Barzanî kir.

Hoşyar Zêbarî da xuyakirin, Idrîs Barzanîkesekî cihê baweiyê bû û cihê destê wî di tevgera Kurdayetiyê de gelek diyar e. 

Zêbarî diyar kir, Idrîs Barzanî roleke dîrokî û mezin di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de hebû û koçkirina wî ziyanek mezin gihand tevgerê û hemû aliyan. 

Hoşyar Zêbarî da xuyakirin, ku peywendiyên Kurd û Amerîkayê di sala 1972an de li ser destê Idrîs Barzanî hatiye danîn, dema ku Idrîs Barzanî serdana Amerîkayê kir û bingeha peywendiyên du aliyan danî.

Endamê polîtboruya PDKê  herwiha da xuyakirin, ku di sala 1975an de jî bo rêkxistin û serpereştîkirina wan kesên ku çûne Îranê, roleke mezin hebû.

Idrîs Mistefa Barzanî, sala 1944 an li Barzan ji dayik bû û roja 31ê Çileya 1987an li bajarê Sîlvana yê ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, koça dawî kir.

Piştî serhildana sala 1991ê termên Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin vegrandin û li Barzan bi xakê hatin spartin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst