Serok Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn kir. Wêne: Baregeha Barzanî
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn kir û di civînekê de herdu aliyan hêvî kirin, hikûmeta nû ya Iraqê divê berpirsyar be li hember pirsgirêkan û destûrê jî pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn îro serdana Herêma Kurdistanê kir. Di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê de, Jean Asselborn ji aliyê Serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Di civînê de, derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, krîzên cîhanî, sedem û encamên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gotûbêj hatin kirin.”
Li gor daxuyaniyê, têkildarî rewşa Iraqê “her du aliyan hêvî xwast astengî li pêş proseya siyasî ya Iraqê nemînin û hikûmeta bê ya Iraqê, li hember giriftan berpirs be û Destûrê cîbicî bike.”
Rewşa Êzdiyan û koçberên Şingalê, mijareke din a civîna navbera Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Luxembourgê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse