Aliyên Şîe êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî wekî fitneyê pênase dikin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Şîe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Aliyên Şîe yên Îraqê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî fitneyê pênase dikin.

Piştî êrişa bi dronê ya li ser bajarê Dihokê û hedefgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê, aliyên siyasî yên Îraqê nerazîbûn nîşan da.

Aliyên Şîe ev êriş wekî "rûdaneke xeternak" û hewldanekê ji bo têkdana "yekrêziya niştimanî" û "derxistina fîtneyê" bi nav kir.

Roja şemiya borî,  bi dronan êrişî sînorê parêzgeha Dihokê hat kirin û yek ji wan dronan mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir hedef.

Nêçîrvan Barzanî li ser êrişî hişyarî da û got, "Komek maf bide xwe ku êrişî cihê Serokê Herêma Kurdistanê bike, ev rûdaneke xeternak e."

Her wiha Serok Mesûd Barzanî jî ragihand ku ji destpêka şer ve pênc caran êrişî baregehên wan hatiye kirin û got, "Lê em bê deng man da ku dilgiranî û hêrsê di nav gel de çênekin."

Dewleta Yasayê: Êriş yekrêziya niştimanî lawaz dike

Birêvebirê Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî ji Rûdawê re ragihand ku ew êrişên li ser Herêma Kurdistanê û mala serkirdeyên wê tên kirin, ji aliyê kîjan aliyê ve bin jî red dikin.

Her wiha ji Dewleta Yasayê Hişam Rûkabî jî got, “Karên bi vî rengî dibin sedema lawazbûna yekrêziya niştimanî ya li welêt."

Esaîb Ehlî Heq: Pêwîst e encamderên êrişê werin eşkerekirin

Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Esaîb Ehlî Heqê ya bi serokatiya Qeys Xezelî û Husên Şeyhanî, ev êriş wekî karekî "nexweş, nayê qebûlkirin û rûdaneke xeternak" bi nav kir.

Husên Şeyhanî ji Rûdawê re got, "Pêwîst e lêkolîneke teknîkî ya hevpar were kirin û divê em xwe bigihînin encamderên vê êrişê û nasnameya wan ji raya giştî re were eşkerekirin."

Serkirdeyê Esaîb Ehlî Heqê ji bo bipêşxistina şiyanên welêt ên di rûbirûbûna tundiyê û rawestandina her cure alozîyên leşkerî de, banga yekîtiyê li aliyên siyasî kir.

Tevgera Hîkmetê: Armanc derxistina fîtneyê ye

Tevgera Hîkmeta Niştimanî ya bi serokatiya Emar Hekîm, êrişê wekî hewldanekê ji bo derxistina fitneyê dibîne.

Berpirsê Kar û Barên Dewletê yê di Tevgera Hîkmetê de Hesen Fedem Cenabî ji Rûdawê re got:

"Ew bombebaran xizmeta Îraqê nakin, hewldanek in ji bo derxistina fîtneyê di navbera pêkhate û neteweyan de ku tenê xizmeta dijminan dikin."

Hesen Fedem amaje bi wê yekê kir ku ew kesên vî karî dikin "li derveyî qanûnê" ne û dixwazin kartan tevlîhev bikin û nakokiyên navxweyî derxînin.

Wî her wiha got, "Herêma Kurdistanê û Kurd beşekî sereke û dabeşnebûyî yê Îraqê ne û di birêvebirina welêt de hevparên me ne, Îraq dê her yekgirtî bimîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst