Mesrûr Barzanî û Chris Wright li ser hinartina petrolê axivîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Chris Wright Amerîka Petrola Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê re li ser rewşa enerjiyê û hinartina petrolê axivî.

Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku dorpêçên bazirganî werin rakirin û êrişên li ser şirketên petrolê werin sekinandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi Wezîrê Enerjiyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Chris Wright re xeber da.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peywendiyê de guherîn û pêşhatên li Îraq û Herêma Kurdistanê "bi taybetî rewşa enerjiyê" hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de, biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rêdana bi hinartina petrolê ya bi rêya boriya Kurdistanê ya ji bo bendera Ceyhanê, bi awayekî erênî hate nirxandin.

Ev gav wekî asankariyekê ji bo kêmkirina zextên aborî yên li ser Îraqê û bazara cîhanî ya enerjiyê hate dîtin.

Mesrûr Barzanî tekezî li ser berdewamiya hevahengî û piştgiriyê kir da ku binesaziya enerjî û aboriya Herêma Kurdistanê were parastin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha daxwaz kir ku dorpêça bazirganî were rakirin û êrişên li ser şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê werin sekinandin.

Barzanî anî zimên ku eger ev astengî werin rakirin dê hilberîn û hinartin zêde bibe.

Seokê Herêma Kurdistanê her wiha tekezî li ser parastina aramiya herêmê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst