Rojavayê Kurdistanê: Di êrişa bi dronan de 12 hezar kîs genim şewitîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Cihê Bûyerê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Cihê Bûyerê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Rpjavayê Kurdistanê Baregeha Qesrikê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw)  – Baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ya li gundê Qesrikê yê li Rojavayê Kurdistanê bi 3 dronan hat armanckirin.

Hat zanîn ku dronek li embara genim gund ketiye û nêzîkî 12 heza kîs genim şewitîne.

Berpirsê parastinê yê bi navê Ela Esed ragihand ku pergala parastina asmanî ya Amerîkayê ew dron xistine xwarê.

Li aliyê din, hat zanîn ku dron li embareke genim ketine û ji ber wê êrişê zerereke zêde ya madî çêbûye.

Sekreterê Embarê Mihemed Elo diyar kir ku ji ber êrişê agir bi embarên genim ketiye û di encamê de 9 beşên embarê ku 12 hezar kîs genim tê de bûn şewitîne.

Li gorî gotina Elo, tîmeke hêzên taybet ên Amerîkayê perçeyên dronan kom kirine.

Li ser perçeyekî drona ku hatiye xistin bi Erebî navê "Şehîd Seîd Ceferî" hatibû nivîsandin.

Ev nîşane wekî îhtimala destê Heşdî Şebî yan Îranê ya di êrişê de hate dîtin.

Gundê Qesrikê yê ku dikeve nêzîkî baregehê, piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îranê ji aliyê welatiyan ve hatiye valakirin.

Ela Esed behsa dîmenê xistina dronan xist û got, "Pergalên parastina asmanî yên Amerîkayê li dronan dixistin. Wekî xeteke sor a agir fîşek li pey hev diçûn."

Sekreterê embara genim a li Qesrikê jî Mihemed Elo jî got, "Tîmeke hêzên taybet ên Amerîkayê ji Balafirgeha Qesrikê hatin û perçeyên dronan kom kirin.

Li ser dronêkê bi Erebî 'Şehîd Seîd Ceferî' hatibû nivîsandin. Li gorî ku ji me re hate gotin, ev nîşan dide ku ew dronên Heşdî Şebî yan yên Îranê ne."

Welatiyê bi navê Sebah Ferman jî got, "Deng pir zêde bû, heta niha guhê min diêşe.

Wekî xeteke agir ji balafiran radibû û dron li asman diteqandin. Piştî wê, du balafirên din ên Koalîsyonê hatin."

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo ragihand ku ev êrişên li ser baregehên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Rojavayê Kurdistanê, ji axa Îraqê hatine kirin.

Sîpan Hemo ji hikûmeta Îraqê xwest ku bi berpirsyarî tevbigere û rê li ber van êrişan bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst