Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê didomin. Îşev bi du dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û dronek jî li Silêmaniyê hatiye xistin.
Êrişa yekem a li ser Hewlêrê, bi dronekê saet 21:48ê hate kirin. Li gorî zanyariyên Rûdawê, dron li ser taxa Newrozê ya li rojavayê Hewlêrê hate teqandin.
Êrişa duyem a li ser Hewlêrê saet 22:05ê bû. Aliyê ewlehiyê heta niha li ser encama vê êrişê ti zanyarî belav nekirine.
Her wiha îşev saet 19:40î bi dronekê êrişî Girê Rîayeyê yê Silêmaniyê hate kirin.
Ew cihê ku li Silêmaniyê hate armanckirin, baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.
Di nava mehekê de çend carên din jî li vê derê hatibû xistin. Asayîşê ragihand ku di êrişa êvara îro de ti zererên canî çênebûne.
Ji 28ê Sibatê ve ango piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê, êrişên li ser Herêma Kurdistanê jî dest pê kirine.
Li gorî zanyariyên rojane yên Rûdawê, ji destpêkirina êrişan ve heta îro, bi zêdetirî 500 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse