HEWLÊR – El Clasico bû sedema desteserkirina 131 kesan

30-04-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan El Clasico Teqe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Polîsên Hewlêrê ragihand, ku 131 kesên ku bi keyfî teqe kirine hatine binçavkirin.  

 

Rêveberê Polîsên Hewlêrê Ebdulxaliq Telet di civîneke çapemeniyê de ragihand; “Şeva 23ê Nîsanê pişştî yariya di navbera Barcelona û Real Madrîdê de gelek kesan ji bo xweşî û şahiyê gulle berdane. Helmeta girtina van kesan berdewam dike.”

 

Telet da zanîn, ku şeva yariyê di gelek malan de teqe hatiye kirin û çekên giran ên weke doçka jî hatine bikaranîn.

 

Ebdulxaliq Telet got; “Ew kesên hatine binçavkirin ne karmendên polîs û asayîşê ne, em rê nadin ti kes asayîşa û ewlekariya Hewlêrê têk bide.”

 

Şeva 23ê Nîsana 2017ê, di çaçroveya yariyên lîga Îspanyayê de, her du tîmên navdar Real Madrid û FC Barcelona hatin pêşberî hev û di encamê de Barcelona bi 3-2 biserket.

 

Piştî yariyê li Hewlêrê ji bo şahiyê teqeyeke zêde hate kirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst