Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehmûdiyê ya Wana Bakurê Kurdistanê, kûçikan êrişî du zarokan kir û zarokekî 5 salî kuşt.
Li Taxa Kazimpaşayê ya Mehmûdiyê, seyan êrişî pismamên bi navên Hamza Ozsoyê 5 salî û Ayaz Ozsoyê 10 salî kir.
Xelkê li derdorê midaxele kir û kûçik dûr xistin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman her du zarokên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmûdiyê.
Hamza Ozsoyê ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê mir.
Tîmên tenduristiyê Ayaz Ozsoyê ku bi sivikî birîndar bûbû jî ji bo dermankirinê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
#WÊNE - Li Wanê kûçikan zarokek kuşt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 30, 2026
🛑 Li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê kûçikên bêxwedî êrişî zarokan kir
🛑 Zarokekî 5 salî mir, zarokekî 10 salî jî bi sivikî birîndar bû.
📸AA pic.twitter.com/QX1fLuIoeH
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse