Murat Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatê ve hate rawestandin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan PKK Pêvajoya Çareseriyê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Murat Karayilan ragihand ku pêvajoya aştiyê niha "hatiye rawestandin" û diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û dabînkirina garantiyên yasayî, pêvajoya çekdanînê nayê bicihanîn.

Karayilan her wiha bangî desthilata Tirkiyeyê kir ku dest ji "hesabên hilbijartinê" berde.

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di hevpeyvîneke xwe ya nû ya li gel medyaya PKKyê de bal kişand ser "pêvajoya çareseriyê" ya ku 27ê Sibata 2025an dest pê kiribû û hişyarî da ku zêdetirî mehekê ye ti agahî ji Abdullah Ocalan nayên wergirtin.

Murat Karayilan li ser rewşa Abdullah Ocalan got:

"Nebûna hevdîtinan a li gel Rêber Apo nîşaneyeke metirsîdar e.

Wisa xuya dike ku dewletê piştî civîna 27ê Adara borî biryar daye ku gavan rawestîne yan jî bi paş bixe."

Karayilan rexneyên tund li daxuyaniyên berpirsên AK Partiyê û medyaya nêzîkî hikûmetê girtin ku PKKyê bi "neavêtina gavan" tawanbar dikin.

Karayilan anî ziman ku PKKyê "biryarên herî stratejîk ên dîroka xwe" dane û hinek ji wan wiha rêz kirin:

Guherandina Manîfestoyê: Di Kongreya 12an de (Gulana 2025an) PKKyê manîfestoya "Rêya Şoreşa Kurdistanê" guherand û kir "Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk" û dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anî.

Şewitandina Çekan: 11ê Tîrmeha 2025an bi merasîmekê çek hatin şewitandin.

Vekişîna Hêzan: 25ê Îlona 2025an PKKyê vekişîna hêzên xwe ya ji herêmên hestyar ên Bakurê Kurdistanê ragihand.

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan pirsî:

"Bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya rêxistineke ku 42 sal in didome, biryareke asayî ye?

Me erkê xwe bê kêmasî bi cih anî."

"Dewlet tenê wextê dikuje"

Murat Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê diyar kir ku hemû gavên hatine avêtin tenê "biryarên îdarî" bûn û ti bingehên wan ên yasayî nînin û got:

"Desthilatê soz dabû ku piştî Cejna Remezanê û meha Nîsanê reşnivîsa gavên yasayî pêşkêşî parlamentoyê bike lê tiştek nekir."

Karayilan ji bo nîşandana cidiyetê çend mînak dan ku diviyabû dewletê bikira:

“Berdana Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Can Atalay a li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Bidawîanîna siyaseta qeyûman, bi taybetî li wan şaredariyên ku biryara bêtawaniyê ji bo serokên wan derketiye.

Vegerandina wan akademîsyenên ku ji ber daxwaza aştiyê ji karên xwe hatibûn dûrxistin.”

Mercên çekdanînê û ewlehiya gerîlayan

Karayilan daxwaza "pêşî çekan deynin paşê em dê yasayan derxin" bi tundî red kir û anî ziman:

"Ev ferzkirina serîdanînê ye. Li herêmeke ku dron û mûşek lê dibarin, bêyî garantiya yasayî çekdanîn ne mimkun e."

Karayilan destnîşan kir ku ew 30 gerîlayên ku çekên xwe şewitandin, ji ber ku ti rêyên yasayî ji bo vegera wan tune bûn, ji bo parastina canê xwe neçar man vegerin herêmên PKKyê û her wiha tekez kir:

"Biryara çekdanînê ya di kongreyê de tenê bi mercekî hatiye dayîn, ew jî ew e ku divê Rêber Apo azad be û ew bi xwe rasterast serperiştiya pêvajoyê bike."

Murat Karayilan bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di aramiya herêmê de û got:

"Eger pêvajoya Rêber Apo nebûya, Tirkiyeyê nedikarî bi vê aramiyê rû bi rûyî krîzên Sûriyeyê û herêmê bibe.

Wî rê li ber girt ku Kurd û Tirk nebin qurbaniyên şerên herêmî."

Karayilan bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku "mohr di destê wî de ye" û divê biryareke stratejîk bide û wiha li pey çû:

"Tirkiye tenê bi hevpeymaniya li gel Kurdan dibe stêrka herêmê, ne bi aqiliyeteke ewlehî û înkarê.

Em di stratejiya biratî-xwişktiyê de bi biryar in lê heta ku metirsiya êrişê hebe, em amadehiyên xwe yên leşkerî ranawestînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst