Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re ragihand ku îşev saet 22:40î bi 5 dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê hatiye kirin.
Endamê Desteya Birêvebir û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Kawa Behramî ji Rûdawê re ragihand:
"Yek ji dronan ji aliyê balafira hevpeymanên navneteweyî ve hat teqandin.
Çar dronên din jî li derdora kampê teqiyan lê zerera canî çênebû."
Êrişên li kampên din
27ê Nîsanê jî bi 2 dronan êrişî Kampa Azadiyê hatibû kirin ku kampa jin û zarokên Pêşmergeyên PDKÎyê ye.
Di heman rojê de Kampa Sûrdaşê jî bi 2 dronan hatibû bombebarankirin.
Kampa Sûrdaşê kampa hevbeş a malbatên Pêşmergeyên Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komelaya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.
Ji 28ê Sibatê ve bi nêzîkî 735 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
30 ji van dron û mûşekan piştî agirbestê hatine avêtin.
#GRAFÎK - Çavkaniyekî ji PDKÎyê ji Rûdawê re ragihand:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 30, 2026
🔴 ❝Bi 5 dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hat kirin❞ pic.twitter.com/a5CnPzdHYY
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse