Baran bakurê welêt dide ber xwe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Baran Lehî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo parêzgehên Riha, Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Dêrsim, Mêrdîn, Amed, Sêrt û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê, îro li Riha, Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Mêrdîn, Amed, Sêrt û Dîlokê barana gur dibare.

Li parêzgeha Dêrsimê jî dê roja înê baraneke gur dest pê bike.

Di hişyariyê de ji gel hat xwestin ku li hemberî egera lehî, teyrok, bahoz û pirsgirêkên trafîkê baldar be û tedbîrên pêwîst wergire.

Her wiha li hinek herêmên bilind jî egera ketina aşûtê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst