Hewlêr (Rûdaw) - Ev conegayê bi navê “Behrî” li navçeya Panosê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê ji bo qurbanê hatiye xwedîkirin û li benda bikirê xwe ye.
Harun Karabaşê ku li Panosê ajeldariyê dike, conegeyê xwe yê ku navê "Behrî" lê kiriye û bi nazdarî xwedî kiriye û ew bi 600 hezar lîreyî (13 hezar dolar) daye ber firotinê.
Conegeyê sîmental tonek û 190 kîlo ye û niha li benda bikirê xwe ye.
Harun Karabaş diyar kir ku wan Behrî bi awayekî pir baş xwedî kiriye û her wiha ew bi şev û roj lê miqate ne û got:
"Em heywanên xwe bi baldarî xwedî dikin. Me zivistanê ew baş xwedî kirin. Ji bo ku baş çêbin, em bi şev û roj xebitîn."
#WÊNE - ❝Behrî❞ tonek û 190 kîlo ye...
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 30, 2026
🐄 Ev conegayê bi navê ❝Behrî❞ li navçeya Panosê ya Agiriyê ji bo qurbanê hatiye xwedîkirin û li benda bikirê xwe ye
🐄 Xwediyê Behrî ew bi 600 hezar lîreyî (13 hezar dolar) daye ber firotinê
📸AA pic.twitter.com/ieWCM6Spkc
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse