کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parêzgariya Hisîçayê / Wêne: Arşîv

Parêzgariya Hisîçayê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Hisîça û Şamê xizmetên veguhastinê gotûbêj kirin

RÛDAW

RÛDAW

30-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW30-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastinê yê Sûriyeyê Yeirub Bedir û Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Nûredîn Ehmed îro civiyan.

Di civînê de rewşa rêyên parêzgehê, pirsgirêkên veguhastinê û çawaniya baştirkirina xizmetguzariyan hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Veguhastinê bal kişand ser girîngiya avakirina pergaleke yekbûyî ya ji bo zanyariyên hemû otomobîlan.

Ev gav dê bibe alîkar ku pirsgirêkên "wesayîtên girtî" û tevliheviya zanyariyên wan werin çareserkirin.

Bipêşxistina aboriya herêmê

Di hevdîtinê de behsa sererastkirin û nûjenkirina rêyên sereke yên parêzgeha Hisîçayê hat kirin.

Her wiha her du aliyan ew yek jî gotûbêj kir ka dê çawa "rêya hesinî" (xeta trênan) dîsa bidin xebitandin.

Armanc ew e ku bi rêya trênan aboriya herêmê bi pêş bikeve û karê veguhastinê hêsantir bibe.

Wezîrê Veguhastinê diyar kir ku armanca wan a sereke xizmetkirina berjewendiyên gel e.

Wî anî zimên ku divê hemû saziyên dewletê bi hev re bixebitin da ku encamên baş derkevin holê.

Banga ziyareta Hisîçayê

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji wezîr xwest ku bi taybetî parêzgeha Hisîçayê ziyaret bike.

Parêzgar destnîşan kir ku bi ziyareteke wiha, wezîr û tîmên pispor dikarin ji nêzîk ve kêmasiyên rê û piran bibînin.

Bi vî awayî hikûmet dikare ji bo paşeroja parêzgehê planên nû û çareseriyên guncav deyne holê.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên