Kesekî Kurd bû serokê Zanîngeha Kerkûkê

30-05-2019
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Kerkûk Serok Kurd Dr. Sebah Ehmed Îsmaîl
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê, akademisyenê Kurd Dr. Sebah Ehmed Îsmaîl wekî serokê Zanîngeha Kerkûkê hat danîn.

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê Evdulwehab Suhêl, Serokê Zanîngeha Kerkûkê Dr. Ebas Hesen Takî ku kesekî Turkmen bû ji kar dûr xist û li  şûna wî akademisyenê Kurd Dr. Sebah Ehmed Îsmaîl hat danîn.

Dr, Ebas Hesen Takî ji Rûdawê re ev nûçe piştrast kir û diyar kir ku ev veguherîn tevahiya zanîngehên li Iraqê lixwe digre.

Takî da zanîn ku heta niha serokên 14 zanîngeha hatiye guhertin û li şûna wî jî kesekî Kurd hatiye destnîşankirin û got ew dê wekî mamoste li Zanîngeha Kerkûkê berdwam be.

Herwiha serokên herdu zanîngehên Wasit û Tikîtê jî hatine guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst