کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Belgenameya Wikileaks û Nêçîrvan Barzanî

Belgenameya Wikileaks û Nêçîrvan Barzanî

kurdistan

Ji sala 2007an ev Nêçîrvan Barzanî pêşbîniya rewşa niha li Iraqê kiribû

RÛDAW

RÛDAW

30-06-2014
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW30-06-2014

Nûçeyên Têkildar

Celîlê Celîl: Em hemû deyndarên Kurdistanê ne
Kurdistan29-11-2026

Celîlê Celîl: Em hemû deyndarên Kurdistanê ne

Ji bo Hewlêrê hişyariya lehiyê: Tîmên parastina sivîlan ketin amadebaşiyê
Kurdistan29-11-2026

Ji bo Hewlêrê hişyariya lehiyê: Tîmên parastina sivîlan ketin amadebaşiyê

Zalmay Xelîlzad piştgiriyê dide civîna 1ê Kanûna Pêşîn a Hewlêr û Bexdayê
Kurdistan29-11-2026

Zalmay Xelîlzad piştgiriyê dide civîna 1ê Kanûna Pêşîn a Hewlêr û Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw)- Li gor belgenameyek malpera Wikileaks, roja 17ê Gulana sala 2007an şandeke balyozxaneya Amerîka serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye, di wê civînê de Barzanî ji şanda Amerîkî re gotiye: “Sine û Şîe haş nabin û projeya lihevanîna wan dê sernekeve.”

Herwiha di belgenameyê de hatiye ku Nêçîrvan Barzanî ji şanda konsulxaneya Amerîka re gotiye ku çareserî ewe ku Amerîka û Îran li ser Iraqê gotûbêjan encam bidin.

Li gor belgenameya Wikileaks, Barzanî di civînê de ev gotin kirine:

Îran dizane ku tenê ew û Amerîka piştgiriya hikûmeta Iraqê dikin.

Proseya lihevanîna Sine û Şîe biser nakeve, ev yek ne şaşiya Amerîka ye lê belê ev rastî ye.

Her demekê hêzên Amerîka ji Iraqê vekişin dê rewş wek xwe lê were.

Pêwîseta Amerîka hizra çareseriyekê bike, ne avakirina hikûmetek navendî ya bihêz, ji ber ku serkeftî nabe.

Niha serxwebûna Kurdistanê ne di berjewendiya Kurdan de ye, lê divê sîstemê Iraqê fedralî be, ne ku hebûna hikûmeteke navendî ya bihêz.

Pêwsîte Îran û Amerîka li ser pirsa Iraqê jihev nêzîk bibin û bigihne çareseriyeke.

Li Îranê bandora herî mezin derbarê pirsa Iraqê de ya Qasim Silêmanî û Elî Larîcanî ye.

Îranî dixwazin li ser Iraqê têkevin danûsrandê de ligel Amerîka.

Tirsa Îraniyan ji wê yekê ye ku piştî hêzên Amerîka Sine werin ser desthilatê û hikûmetê kontrol bikin.

Ne Amerîka û ne jî Îsraîl êrîş nakin li ser Îranê.

Her demekê Bexda razî bibe, li cem me asayî ye ku peywendiyên me ligel Îsraîl hebe.

Pirsên