Hewlêr (Rûdaw) – Îro agir bi Kampa Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoyê ket û di encamê de zêdetir ji 20 çadirên koçberan şewitîn.
Rêveberê Koç û Koçberan li parêzgeha Duhokê, Pîr Deyan Pîr Ceifer ji Rûdawê re ragihand, îro li kampa Bacid Kendala ya li Zaxoyê şewat derket û bi kêmanî 20 çadir şewitîn.
Pîr Deyan Pîr Ceifer diyar kir, agirê li kampê hêj nehatiye kontrolkirin, lê zirarên canî çê nebûye.
Yek ji penaberên li kampê Silêman Seydo Şemo diyar kir ku di şewatê de bi qasî 7,000 Euro û tiştên malê ku bi qasî 7000 Dolaran e şewitîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse