Hewlêr (Rûdaw) – Li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê kesekî bi kêrê 2 kes birîndar kirin.
Parêzgariya Rihayê ragihand ku di êrişê de bijîşkek û nobedarekî nexweşxaneyê birîndar bûne û êrişkar hatiye desteserkirin.
Li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya parêzgeha Rihayê, kesekî bi kêrekê êrişî bijîşkekî û nobedarekî kir.
Parêzgariya Rihayê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got:
"Îro derdora saet 18:00an li beşa lezgîn a Nexweşxaneya me ya Dewletê ya Balikligolê, kesekî berê êrişî nobedarê me yê taybet û paşê jî êrişî bijîşkekî me kir û bi amûreke birîner ew birîndar kirin.
Ew ji cihê bûyerê reviya. Karmendên me yên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Di encama xebatên birêvebiriya me ya ewlehiyê de gumanbar Î.H.K. di demeke gelekî kurt de li gel amûra sûcê hat desteserkirin.
Metirsiya jiyanê li ser her du karmendên me nîne.
Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û ji karmendên xwe yên birîndar re şifaya xêrê dixwazin.”
Hat zanîn ku rewşa tenduristiya bijîşk û nobedarê birîndar baş e.
#VÎDEO - Li nexweşxaneyeke Rihayê kesekî bi kêrê 2 kes birîndar kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 30, 2025
🔴 Parêzgariya Rihayê ragihand ku di êrişê de bijîşkek û nobedarekî nexweşxaneyê birîndar bûne pic.twitter.com/QpzO81nh2t
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse