Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên nenas li parêzgeha Dêrezorê du êriş pêk anîne, di encamê de kesekî canê xwe ji dest daye û du kesên din jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê bûyerê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yek ji karmendên Mala Birîndaran a li bajarokê Ebû Xaşabê duh êvarî piştî ku ji aliyê çekdarên nenas li ber mala xwe hat gulebarankirin şehîd ket.
Di êrişê de hevjîna wî jî bi giranî birîndar bû.”
Li aliyê din, şervanekî din li Dêrezorê di bûyereke cuda de dema ku vedigeriya mala xwe birîndar bûye.
HSDyê got, "Sê gule lê ketine lê birîna wî zêde ne dijwar e. Ew li nexweşxaneyê tê demarkirin û rewşa wî baş e.”
Ti kesî êriş li xwe negirtiye
Heta niha ti koman berpirsyariya êrişan li xwe negirtiye.
DAIŞê sala 2014an bi êrişeke berfireh beşeke mezin axa Îraq û Sûriyeyê kontrol kir û desthilata xwe bi dest xist lê sala 2019an li her du welatan ji aliyê erdnîgarî ve têk çû.
DAIŞ niha li Dêrezorê çalak e û gelek caran êrişî HSDyê dike.
DAIŞê ji valahiya ewlehiyê ya ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed a li welêt çêbûye sûd wergirtiye.
Rayedarên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê gelek caran li ser metirsiya DAIŞê hişyarî dane.
Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî gotibû, “Ji bo domandina şerê li dijî DAIŞê pêwîstî bi xurtkirina hewldanan heye."
HSDyê roja înê ragihandibû ku DAIŞê li parêzgeha Dêrezorê sê êriş li hemberî hêzên wan pêk anîne û "Şervanek şehîd ketiye û yekî din jî birîndar bûye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse