Li Sêrtê şahî bû şîn: Kesê ku sergovend girtibû bi krîza dil mir

30-08-2025
RÛDAW
Nîşan Sêrt Sergovend Nasih Beytekîn Krîza Dil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nasih Beytekînê 47 salî yê bavê 5 zarokan, dema govend digerand ji nişka ve li erdê ket

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, şahiyeke dawetê vegeriya şînê.

Kesekî bi navê Nasih Beytekîn dema ku sergovendiya dikir, ji nişka ve krîza dil lê da û mir.

Li serê govendê li erdê ket

Bûyer duh êvarî li saloneke dawetan a li navenda bajarê Sêrtê qewimî.

Beytekîn ku beşdarî daweta xizmekî xwe bûbû, di dema govendê de ji nişka ve rewşa wî xirab bû û li erdê ket.

Her çend kesên li derdorê ew ji bo nefesê bistîne derxist derve jî, rewşa wî baştir nebû.

Bavê 5 zarokan bû

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û piştî midaxeleya yekem ew bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Tevî hemû hewlên bijîşkan, Nasih Beytekîn mir.

Hat diyarkirin ku Beytekîn zewicî bû û bavê 5 zarokan bû.

Piştî karûbarên otopsiyê, termê wî li Goristana Şêx Silêman hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst