Dusseldorf (Rûdaw) - Welatên Ewropayê û Japonya hewlên xwe yên ji bo dersînorkirina koçber û çalakvanên Kurd ji Tirkiyeyê re zêde kirine.
Li Almanyayê biryareke dersînorkirinê di kêliya dawî de ji aliyê dadgehê ve hat rawestandin, li Swîsreyê çalakvanek ji welatekî sêyem re hat şandin û Japonya jî ji bo heman armancê bi Tirkiyeyê re di dan û standinan de ye.
Dadgehê di kêliya dawî de biryar rawestand
Hefteya borî, dadgeheke bajarê Luneburgê yê Almanyayê di kêliya dawî de biryara dersînorkirina çalakvanê Kurd Mehmet Çekas rawestand.
Li gorî biryarê, diviyabû Çekas roja 28ê mehê ji girtîgehê bibin balafirgehê û dersînorî Tirkiyeyê bihata kirin.
Mehmet Çekas wekî çalakvanekî siyasî yê piştgirê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê naskirin.
Ji ber vê yekê, çalakvan û parêzeran kampanyayeke berfireh da destpêkirin ku di encamê de dadgehê biryar da ku dersînorkirin were rawestandin heta ku careke din li doza wî were nêrîn.
Swîsreyê Çalakvan şand Xirwatiyayê
Li Swîsreyê jî dozeke bi heman rengî derket pêş.
Çalakvanê Kurd Înan Karabaş ku berê li Yunanistan, Fransa û Xirwatiyayê jiyaye, bi metirsiya dersînorkirinê re rû bi rû ma.
Di destpêka îsal de, dema polîsan xwest wî bigirin, Karabaş xwe rizgar kir û li ser xeta trênê rûnişt. Vîdeoya berxwedana wî li Swîsreyê dengvedaneke mezin çêkir.
Di dawiyê de, rayedarên Swîsreyê li şûna ku wî bişînin Tirkiyeyê, Karabaş şandin Xirwatiyayê.
Niha ji bo vegerandina wî bo Swîsreyê kampanyayek hatiye destpêkirin.
Japonya jî di nav hewldanan de ye
Hefteya borî, medyaya Japonyayê ragihand ku hikûmeta wî welatî ji bo dersînorkirina hin koçberên ji Bakurê Kurdistanê, bi Tirkiyeyê re di danûstandinan de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse