Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê barhilgir û pîkap li hev qelibîn, 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Wan û Colemêrgê barhilgireke bi pilakaya Îranê û pîkapeke bi plakeya Wanê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihî bûyerê.
Di qezayê de 3 kesên kên ku di pîkapê de asê mabûn mirin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê Elbayê ya Wanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse