Serokê HAK-PARê: Abdulmelîk Firat herdem di bîra me de ye

30-09-2020
RÛDAW
Nîşan HAK-PAR Abdulmelîk Firat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemîr bi boneya salvegera koça dawî ya damezrêner û serokê berê yê HAK-PARê Abdulmelîk Firat peyamek belav kir û tê de dibêje ew her tim di bîra wan de ye.

Latif Epozdemîr di peyama xwe de dibêje: “Birewer, rayedar, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurdistanê, neviyê serokê tevgera Şêx Seîd, dildarê tevgera Kurd û Kurdistanê, damezrêner û serokê rumetê yê HAK-PARê Abdulmelîk Firat 11 sal berê  di roja 29ê Îlona 2009an de, jiyana xwe ji dest da.”

Epozdemîr bibîr xist ku Abdulmelîk Firat  di hilbijartinên parlementoya Tirkiyê ya xula 11 û 19an de, ji Partiya Demokrat wek parlamenterê Erzeromê hate hilbijartin û ew di darbeya 27ê Gulanê de hate girtin û du salan li Zincirbozanê di girtîgehê de maye û dibêje: “Piştî têkçûna tevgera netewî ya sala 1925an, serokê tevgerê Şêx Seîd û gelek endamên malbatê hatin darvekirin. Gelek kes jî hatin sirgûnkirin. Di sala 1929an de  dema ku zagona Taqrîrî Sikûn hate rakirin, endamê malbatê yên sirgûnkirî karîn vegerine welat. Lê mixabin ku milk û malê malbatê, ji alîyê dewletê ve, hatibu radestkirin. Mixabin ku, malbat di sala 1935an de, careke din hate sirgûnkirin. Di sala 1947an de di zagona Mecburi Îskân Kanununê de guhertin çêbun, li dawîyê malbat dîsa vegerîya Hinûsê.”

Epozdemîr da zanîn ku Abdulmelîk Firat hêj di dema amdekariya damezrandina HAK-PARê de, nexweşiya wî ya bêkeys destpêkiribu û wiha pê de çû: “Dîsan jî Abdulmelik Firat ev rewşa xwe, qet ne kir hincet û neda pêş xebatên siyasî. Wan rojan, di wan mercên dijwar û zehmet de jî, bi hemû hêz û karîna xwe xebata Kurdayetî domand. Abdulmelik Firat ê nemir, heta roja dawî ya temenê xwe, bi hestên netewî û bawermend ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xebitî.”

Bi gotina Epozdemîr, Abdulmelîk Firat kesekî xweşbîn, bawermend û demokratekî nûjen bû û ew dibêje: “Rayedar û ronakbîreke bijare, rûspî û zanayekî miletê me bû. Hemû hevrêyên wî yên dinav  HAK-PARê de, şahidin ku Melik Firat, her dem baweri bi pirdengî u pirrengîyê dianî û ji bo pêkanîna vê helwestê, gelek hewildar bû. Em wekî HAK-PARê, Serokê damêzrênerê partiya xwe Abdulmelik Firat bi rêz û yad dikin û em ê di têkoşîna xwe de herdem navê Melik Firat bidin jiyandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst