Festîvalê dest pê kir: Helebce mêvanan bi hinarên xwe pêşwazî dike

30-10-2025
RÛDAW
Nîşan Helebce Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê Erselan Abid Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Festîvala 11emîn a Hinar û Payîzê ya Helebceyê dest pê kir Festîval dê heta 2yê Çiriya Paşîn berdewam bike.

Ersalan Abidê ku yek ji amadekarên festîvalê ye diyar kir ku  di 650 dikanan de hinar, hemû berhemên xwemalî û karên destan hatine nîşandan û ew pêşbînî dikin ku zêdetirî 300 hezar kesan herim festîvalê.

Îsal 11emîn car e Festîvala Hinar û Payîzê li Helebceyê tê lidarxistin.

Festîval wekî sala par li Park û Bajarê Lîstikan ê Helebceyê tê sazkirin û lîjneyeke bilind a ji çar kesan pêk tê serpereştiya wê dike.

Endamê Lîjneya Bilind a Festîvalê Erselan Abid ji Rûdawê re diyar kir ku di festîvalê de 650 dikan berhemên xwe pêşkêş dikin.

Erselan Abid eşkere kir ku beşê yekem ji bo hinar û fêkiyên xwemalî, beşê duyem ji bo karê destan ê jinan û beşê sêyem jî ji bo xwarinên Kurdewarî hatiye veqetandin.

Jineke Helebceyê rahiştiye 2 hinaran\ Rûdaw

Erselan Abid got, "250 dikan taybet in ji bo firotina hinar û berhemên din ên payîzê."

Di festîvalê de şîremenî, hingiv û xwarinên hişk tên firotin û merc ew e ku hemû xwemalî bin.

Ji ber festîvalê îro li Helebceyê bihnvedana fermî ye û biryar e sibe û dusibe jî ji bo festîvalê betlane berdewam bike.

Salên borî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê gilî dihat kirin ku cihê rawestandina otomobîlan û çûnûhatinê ji bo festîvalê astengî ji xelkê re çêkirine.

Abid got ku aliyên pêwendîdar amadekariyan dikin da ku ew astengiyên salên borî ducare nebin.

Li gorî amarên organîzatorên festîvalê, par 285 hezar û pêrar 270 hezar geştyaran Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê ziyaret kirine.

Erselan Abid got, "Li gorî planan, îsal em li bendê ne ku hejmar 300 hezar kesî derbas bike."

Par Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê 31ê Çiriya Pêşîn dest pê kiribû û sê rojan berdewam kiribû.

Li gorî amadekarê festîvalê par bi qasî milyarek û 435 milyon dînarî berhem hatibûn firotin.

Erselan Abid got, "Sal bi sal hejmara geştyarên festîvalê zêdetir bûye, ji ber vê yekê îsal jî bi alîkariya medyayê em li benda ne ku xelk zêdetir bên festîvalê."

Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, berhema salane ya hinarê ya Herêma Kurdistanê zêdetirî 80 hezar ton e ku nêzîkî 30 hezar ton jê li parêzgeha Helebceyê tê hilberîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst