Seydnayaya Efrînê: Tiliyên Mihemed Elî hatine jêkirin

30-10-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Mihemed Elî Komên Çekdar Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên Efrîn dagirkiriye şkenceyeke hovane li welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Elî kiriye.

Çalakvanê mafên mirovan ê Efrînî Îbrahîm Şêxo jî ew şkence piştrast kir û diyar kir ku Mihemed Elî li zindanên komên çekdar rastî şkenceyên dijwar hatiye.

Îbrahîm Şêxo got ku rewşa tenduristiyê ya Mihemed Elî ji ber şkenceyê gelekî têk çûye.

Çavkaniyeke nêzîkî malbata Mihemed Elî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Wê çavkaniyê piştrast kir ku welatiyê Kurd Mihemed Elî nêzîkî 50 rojan di bin şkenceyeke hovane de maye.

Rûdawê daxuyaniyên tomarkirî ji Mihemed Elî bi xwe wergirtin. Mihemed Elî jî rastiya nûçeyê piştrast kir.

"Seydnayaya Efrînê"

Îbrahîm Şêxo derbarê şkenceya li Mihemed Elî hatiye kirin ji Rûdawê re axivî.

Şêxo ragihand ku tevî derbasbûna heşt mehan ji ser berdana wî, rewşa tenduristiya wî hîn jî gelekî xirab e.

Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku Mihemed Elî niha li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê dimîne.

Şêxo got, "Rewşa wî ya tenduristiyê pir xirab e. Nîşanên şkenceyê hîn jî li ser laşê wî diyar in û ew nikare biaxive û fêm bike."

Îbahîm Şêxo girtîgeha ku Mihemed Elî lê maye wekî "Seydnayaya Efrînê" bi nav kir.

Çalakvanê mafên mirovan ev nav ji bo nîşandana asta şkenceyê bi kar anî û ew şiband Girtîgeha Seydnayayê ya li Şamê ya di dema rejîma Esed de.

Zererên tenduristiyê yên mayînde

Çalakvanê mafên mirovan Şêxo ragihand ku Mihemed Elî ji dema berdana xwe ve li Helebê tê dermankirin.

Şêxo behsa rewşa tenduristiya Mihemed Elî jî kir û got, "Rewşa wî ya tenduristiyê xirabtir dibe. Ew ji ber lawaziya zêde û bêtaqetiyê gelekî diêşe."

Îbrahîm Şêxo her wiha da zanîn ku bijîşkan damarên lingên wî wekî 'mirî' pênase kiriye. Li gorî bijîşkan, ev zerer ji ber şkenceya dijwar û mayînde bûye.

Îbrahîm Şêxo teqez kir ku Mihemed Elî tûşî nexweşiyên derûnî yên giran bûye.

Ji ber vê yekê, Mihemed Elî bi zehmetî kesên derdora xwe nas dike û nikare bi wan re biaxive. Rewşa tenduristiya wî hîn jî krîtîk e. 

"Şkenceyeke hovane"

Li gorî agahiyên ku Îbrahîm Şêxo daye Rûdawê, girtiyê berê di dema desteserkirinê de hatiye neçarkirin ku li ser rûyeke metalî ya germ raweste.

Şêxo diyar kir ku ev yek bûye sedema şewatên pileya sêyem, qeşirandina çermê lingên wî û jêbûna hinek tiliyan û şikandina diranan.

Îbrahîm Şêxo her wiha got, "Zêdetirî 160 qamçî jî lê xistine."

Li aliyê din, Mihemed Elî bi xwe jî ji Rûdawê re axivî.

Piştrastkirin ji çavkaniyeke nêzîk

Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo piştrastkirina agahiyan bi çavkaniyeke nêzîkî malbata Mihemed Elî re têkilî danî. 

Çavkaniyeke malbatê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, piştrast kir ku agahiyên derbarê girtin û şkencekirina Mihemed Elî de rast in.

Çavkaniya ji Efrînê got, "Komên çekdar ên li herêma Şehbayê di dema êrişa dawî ya li ser Til Rifetê de Mihemed Elî desteser kir."

Heman çavkaniyê da zanîn ku Mihemed Elî birine Girtîgeha Ezazê û 5 rojan li wir maye.

Çavkaniyê ragihand ku komên çekdar jê re gotiye biçe Efrînê da ku nasnameyê wergire. Li wir ew birine Girtîgeha Meratê.

Li gorî gotina çavkaniyê, endamên komên çekdar ên bi navên Ebû Udey û Ebû Ednan şkence li Mihemed Elî  kiriye.

Şkence rojane û dijwar bûye û nêzîkî 50 rojan berdewam kiriye.

Çavkaniyê got ku malbata wî di destpêkê de ji ber rewşa wî ya xirab ew nas nekiriye

Piştrastkirin ji Mihemed Elî bi xwe

Tora Medyayî ya Rûdawê li ser mijarê lêkolîn kir û ji Mihemed Elî bi xwe daxuyaniyên tomarkirî wergirtin.

Mihemed Elî tiştên di nûçeyê de hatine gotin piştrast kir û got: "Wan 160 qamçî li min da, 4 diranên min şikandin, ling û destên min birîndar bûn.

Di encamê de ez êdî nikarim xwarinê bixwim. Komên çekdar ez bi karê bi PYDyê re tohmetbar kirim."

Li gorî çavkaniyeke nêzîkî malbatê, mebest Rêveberiya Xweser bûye. 

Banga ji rêxistinên navneteweyî re

Mihemed Elî di daxuyaniyên xwe de bangî xêrxwaz û rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wî bikin.

Îbrahîm Şêxo her wiha jî got ku ew "bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku di van binpêkirinan de lêkolînê vekin û berpirsan derxînin pêşberî dadgeha navneteweyî."

Li gorî agahiyên Mihemed Elî sala 1982yan li nahiyeya Şiyê ya Efrînê ji dayik bûye, bavê sê zarokan e û di 1ê Kanûna Pêşîn a 2024an de hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst