Necdet Takva: Hikûmetan bajarên me piştguh kirine

1 demjimêr berê
RÛDAW
Necdet Takva bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Necdet Takva bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Necdet Takva Wan Koç Ciwan Aborî Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva ragihand ku di nava 5 salên dawî de 308 hezar kesan ji Wanê koç kiriye û diyar kir ku sedema sereke ya koçê bêkarî û nehevsengiya dahatê ye.

Necdet Takva beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser koça ciwanan a ji Wanê bersivandin.

"Gazincên ciwanan mafdar in"

Takva di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gazincên ciwanan ên li ser bêkariyê û got:

"Bi rastî gazincên ciwanan mafdar in.

Di warê kargeh û xebatê de bajarê me bajarekî bipêşketî nîne.

Berpirsyarê van gazincan rayedarên dewletê û birêvebirên bajêr in ên ku hatine hilbijartin.

Ev 50-60 sal in ku bajarê me ji aliyê dewletê ve tê piştguhkirin."

Takva amarên nifûsa Wanê parve kirin û wiha pê de çû:

"Nifûsa Wanê milyonek û 150 hezar kes e. Ji sedî 60ê vê nifûsê ciwan in.

Temenê navîn ê Tirkiyeyê 35 e lê yê Wanê li dora 25an e.

Yanî Wan bajarekî ciwan û xort e lê mixabin binesaziya aborî, bazirganî û pîşesaziyê têra van ciwanan nake ku karibin kar peyda bikin."

"Di dahatê de Wan di rêza dawî de ye"

Serokê Jûra Bazirganiyê bal kişand ser cudahiya mezin a dahatê ya di navbera bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de da zanîn:

"Di nav 81 parêzgehên Tirkiyeyê de, Wan di warê dahata serê kesî de di rêza dawî de ye.

Mînak, li Kocaeliyê dahata serê kesî gelekî bilind e lê li Wanê ev hejmar pir kêm e.

Ev cudahiyeke mezin e û pirsgirêkeke cidî ye ku divê were çareserkirin."

Takva li ser pirsa "Ciwan berê xwe didin kû derê?" ev agahî dan:

"Li gorî amarên fermî, di nava 5 salên dawî de 308 hezar kesan ji Wanê koç kiriye.

Piraniya van ciwanan ji bo xebatê çûne herêmên erdhejê (yên 6ê Sibatê).

Beşeke din jî diçin metropolên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Kocaeliyê."

"Pirsgirêka veguhastinê û balafirgehê"

Takva her wiha rexne li kêmasiyên binesaziyê û pirsgirêkên veguhastinê girt:

"Berê rojane 20 seferên balafiran hebûn, niha daketiye 10an.

Îsal balafirgeh 6 mehan girtî ma. Ev tişt dibin asteng li pêşiya bipêşketina aborî û bazirganiyê."

Takva di dawiya axaftina xwe de behsa potansiyela Wanê kir û got:

"Wan di warê ajeldariyê de li Tirkiyeyê di rêza yekem de ye.

Sektora tekstîlê bi pêş dikeve û nêzîkî 10 hezar kes tê de dixebitin.

Her wiha di navendên xizmeta mişteriyan (Call Center) de jî 10 hezar kes dixebitin.

Divê em girîngiyê bidin van sektoran û geştyariyê.

8 parlamenterên me hene, divê ew van pirsgirêkan bibin parlamentoyê û çareser bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst