Hewlêr (Rûdaw) – Kurê Mele Mistefa Barzaniyê nemir Îdrîs Barzanî roja 31ê Çileya 1978ê li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.
Îdrîs Barzanî di serdema şoreşa sêyemîn a Barzan de ji dayik bû. Dema Komara Kurdistanê ya Mahabadê hilweşiya, Mele Mistefa Barzanî berê xwe dide Yekîtiya Sovyetê. Lê Îdrîs Barzanî, ku wê demê temenê wî 3 salî ye, ligel malbata wî ji aliyê rejîma wê serdemê yê Iraqê ve ji bo başûrê Iraqê tê veguhestin û di komelgehên neçariyê de tên nîştecîkirin.
Piştî hingî Îdrîs Barzanî li Bexdayê dest bi xwendinê dike. Piştî ku Mele Mistefa Barzanî di sala 1958ê de vedigere Başûrê Kurdistanê, ew jî tê gel bavê xwe.
Hevalên Îdrîs Barzanî yên li gel wî li çiyayan pêşmergetî kirine dibêjin, ew kesekî sade û dilsoz bûye, herdem ligel pêşmergeyên xwe di heman çeperî de bûye.
Di şoreşa Îlonê de Îdrîs Barzanî roleke giring dilîze. Bi taybet jî piştî ku sala 1961ê, di bin fermandariya Îdrîs Barzanî de pêşmerge di şerê li Çiyayê Hindirîn de serkeftineke mezin bidest dixin. Piştî vê serkeftinê serokatiya şoreşa Îlonê li gel hikûmeta Iraqê rêkeftina 11ê Gulanê îmze dikin.
Piştî şoreşa Îlonê Îdrîs Barzanî hewla pêkanîna bereyekî Kurdistanî dide. Lê ji ber pozberiyên navxwe yên partiyan, ev hewl serkeftî nabe. Beriya wefata xwe çend salekî jî ji bo di nav partiyên Başûrê Kurdistanê de bereyek bê avakirin Îdrîs Barzanî destpêşxerî kir.
Roja 31ê Çileya 1987ê, demjimêr 06.00ê sibê, li gundê Sîlwana ya ser bi bajarê Urmiyê, Îdrîs Barzanî xatirê xwe ji jiyanê xwest û li goristana Şino li tenişt bavê xwe Mele Mistefa hate veşartin.
Piştî raperîna 1991ê, li ser daxwaza serkirdetiya PDKê termê Mele Mistefa û Îdrîs Barzanî veguhestine Başûrê Kurdistanê û li gundê Barzanê spartine axê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse