PWKyê li Êlihê Komara Kurdistanê bi bîr anî

22-01-2025
RÛDAW
Nîşan Komara Kurdistanê Mehabad PWK Pêşewa Qazî Mihemed Mele Mistefa Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê peyamek li Êlihê çalakiyeke bibîranînê li dar xist.

Komara Kurdistanê 22yê Kanûna Paşîna1946an li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed hat ragihandin.

Komara Kurdistanê di roja 17yê Kanûna Peşîna 1946an de ji aliyê Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji aliyê Îranê ve hatin îdamkirin.

PWKyê bi boneya damezrandina Komara Kurdistanê li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê çalkiyeke bibîranînê li dar xist.

“Mehabad delala ber dilê her Kurdekî ye”

Serokê PWKyê yê Şaxa Êlihê destpêkê bixêr hatin bêşdervanan  kir û got:

"Îro 79emin salvegera damezrandina Komara Mehabadê ye. Lê hîn jî wekî ku duh qewimîbe zindî ye di hişê miletê Kurd de ye.

Mehabad, bi hemî hêjayî û pîrozbûna xwe delala ber dilê her Kurdekî ye.

Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelekî mezin û girîng e ku hemû Kurdistaniyên cîhanê pê serbilind bin.

Çi Kurdê ku hay ji vê destkeftî û rûmeta mezin çêbûbe, li ber ezamet û mezinahiya Pêşawa heyran maye. Bûye heyran û dildarê bûka nazenîn Mehabada Kurdistanê.

Lê bextê Kurdistanê bi hibra reş hatibû nivîsandin li ser rûpelên dîroka bêyom... Bextê felekê careke din rû badabû û gelê Kurd bi qedera xwe re rû bi rû mabûn...

Lê Kurd dîsa ji wê xweliyê vejiyan û ew ala Pêşawa çikandibû dîsa hejandin li banê gerdûnê... Hesret û daxwaza Xanî, piştî sê sed û tiştek salî pêk dihat û kurê Mehabadê Barzanî ew al li asoya felekê dihejîne...

Sê ezîzên gelê Kurd û sê sembolên pîroz: Mehabad, Pêşawa, Barzanî...

Mehabad: Bû hêlîna zindîbûn û nûvejînê, bû nîşan û şîara serhildan û serbilindiyê.

Pêşawa: Bû rêberê doza Kurdayetiyê û şîarê serxwebûna dîn û welat.

Barzanî: Bû şîara berxwedan û têkoşînê, îstîqrar û îstiqlalê, bawerî û serxwebûnê...

Wasiyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed ji me re dibêje:

Hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendiya azadî û dewletbûnê bila bingeha siyaseta we be.

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin, dijmanatiya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.

Hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadiya Kurdistanê bigirin.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzaniyê nemir kiri bû bi xwîna dehhezaran şehîdan, bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.

Em bi hemî hestên xwe yên kurdistanî ji dil û can diqîrin: Hûn her bijîn seydayên hêja, hûn bijîn rêberên mezin, hûn bijîn ezîzên ber dila! Û tu her payidar bî di dilan de ey Mehabada pîroz! Em bi munasebeta salvegera vê bûyera pîroz şehîd û rêberên xwe bi minnet û şukran bibîr tînin û rêzên li ber wan digirin... "

Û siruda Neteweyî (EyReqib )hat xwendin.

Paşê Aziz Ozdemîrî daxuyanî ya PWKyê xwend:

“Komara Kurdistanê nirxeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên cîhanê ye

Komara Kurdistanê bi Serokkomariya Pêşewa Qazî Mihemed 79 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê hate îlan kirin. Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn.

Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistaniyên cîhanê pê serbilind bin.

Jiyan, helwest , şexsiyet û wasiyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.

Belê, pêkanîna wasiyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadiya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasiyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzaniyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Di 79emîn salvegera îlankirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzaniyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst