Nêçîrvan Barzanî, Muqteda Sedir û Helbusî li Necefê di civînê de ne

31-01-2022
RÛDAW
Rêbeerê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li Necefê di pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî de.
Rêbeerê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li Necefê di pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî de.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ji bo civîna li gel Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir gihîşt bajarê Necefê li başûrê Iraqê û civîna wan di demjimêr 10:15an de destpê kir.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî ya Sunniyan ji bo civîna li gel Muqteda Sedir bi Nêçîrvan Barzanî re ne.

Serdana Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî bo Necefê li ser pêşniyara Serok Mesûd Barzanî ye.

Serok Barzanî îro di peyamekê de ragihand, “Ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna atmosfêreke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyekî siyasî aşkera kiriye û di çarçoveya wê destpêşxeriyê de min pêşniyar kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mihemed Helbûsî serdana cenabê seyîd Muqteda Sedir bikin, û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehiştina astengiyan bişêwirin.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Hêvîdarim ev destpêşxeriye encamên wê erênî bin û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”

Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Ezim, Mihemed Helbûsî derbarê serdana îro ya bo Necefê û civîna li gel Muqteda Sedir ragihandiye, “dema destwerdana derve ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê bi dawî hat. Îro çiya û biyabanên Iraqê ber bi Necefê ve diçin, ji bo gotûbêjên derbarê pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya bi tevahî Iraqî. Ne rojhilatî û ne rojavayî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst