Rûsya ji Qamişloyê derket

1 demjimêr berê
Vîviyan Fetah
Balafirgeha Navenetweyî ya Qamişloyê / Wêne: Arşîv
Balafirgeha Navenetweyî ya Qamişloyê / Wêne: Arşîv
Nîşan Rûsya Leşker Qamişlo Vekişîn
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Leşkerên Rûsyayê bi temamî ji Qamişloyê vekişiyan.

Taxa Balafirgehê ya ku dikeve başûrê Qamişloyê û li tenişta balafirgeha navneteweyî ye, bûye cihekî ku bandora leşkerên Rûs lê diyar e.

Piraniya zarok û xortên taxê ji ber têkiliya zêde ya li gel leşkerên Rûsyayê wekî zimanê dayîkê bi Rûsî diaxivin.

Welatiyê bi navê Raman Ebdulah behsa vê bandorê kir û got, "Li vir tenê dikarîn bigerin, em ji wan fêrî Rûsî bûn."

Rûsyaya ku piştevana sereke ya Beşar Esed bû ji sala 2019an ve baregeha xwe li Qamişloyê ava kiribû û heta 22yê vê mehê jî li vir bû.

Lê 200 leşkerên wan ên ku li sê xalan bi cih bûbûn, bi hemû amûrên xwe ve ji vir bar kir.

Birêvebiriya nû ya balafirgehê

Li gorî rêkeftina dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de, dê balafirgeh bi hebûna karmendan ji Rêveberiya Xweser radestî hikûmetê bê kirin.

Endamê Desteya Birêvebir a Rêveberiya Xweser Azad Hiso derbarê mijarê ragihand:

"Hikûmet dê li gel 'Hikûmeta Rojava' pêwendiyê bike. Her kesê ku bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê ji vir derkeve yan derbasî vir bibe, divê mohra hikûmetê li ser pasaporta wî hebe.

Ev li hemû cîhanê wilo ye û asayî ye."

Divê were gotin ku pêvajoya derketina leşkerên Rûsyayê hefteyekê berdewam kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst