Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberiya Polîsê Hewlêrê ragihand ku di şerê li nahiyeya Kewrgoskê de 6 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.
Birêveberiya Polîsê Hewlêrê berê sibeha îro di daxuyaniyekê de derbarê şerê li nahiyeya Kewrgoskê ya qezaya Xebatê ya Hewlêrê agahî dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "bûyer di navbera malbatekê de bûye ku xal û xwarzêyên hevdû ne."
Daxuyaniya Polîsê Hewlêrê ev e:
"Piştî ku îşev saet 10:50î li nahiyeya Kewrgoskê ya qezaya Xebatê, ji ber pirsgirêkeke civakî ya kevn di navbera malbatekê de ku xal û xwarzêyên hevdû ne, şerê bi çekan derdikeve.
Ji ber vê yekê şeş welatî ji her du aliyên şer hatin kuştin û sisê jî birîndar bûn.
Loma tîmên me yên Polîsê Hewlêrê yekser gihiştin cihê bûyerê û bi biryara Rêzdar Dadwerê Lêkolînê rêkarên yasayî tên bicihanîn û dê yasa serwer be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse