Nûnera ENKSyê ya Herêma Kurdistanê dev ji kar berda

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Esmehan Dawûd ENKS Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ya li Herêma Kurdistanê Esmehan Dawûdê dev ji kar berda.

Nûnera ENKSyê ya Herêma Kurdistanê Esmehan Dawûd li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Esmehan Dawûdê diyar kir, ji ber ku wê nekarî rola nûnertiyê bi awayekî ku jê tê xwestin aktîv bike, dev ji kar berdaye.

Esmehan Dawûdê destnîşan kir ku rola kesê di posta berpirsiyariyê de faktora herî girîng e û got:

"Tevî hemû rewş û astengiyên ku hatin pêşiya me, ez bawer im ku ji bo pêkanîna bipêşketin û bandora tê xwestin rola berpirsê wê postê gelekî girîng e.

Ez dibînim ku ez di bicihanîna vê rolê de bi ser neketim da ku ez bipêşketineke berbiçav pêk bînim û bandora karê nûnertiyê xurttir bikim."

Esmehan Dawûd kî ye?

Ji 1988an ve, dema ku hîn xwendekara amadehiyê bûye, di nav Tevgera Kurd de xebitiye.

Di destpêka Şoreşa Sûriyeyê de tevlî ciwanên şoreşê bû.

2012an jî bû endama Şepêla Paşerojê ya Kurd a li Sûriyeyê.

Ew endama serkirdayetiya Şepêla Paşerojê ya Kurd a li Sûriyeyê ye.

2015an wekî nûnera Şepêla Paşerojê, bû endama Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSyê.

Ji 26ê Adara 2025an ve wekî Nûnera ENKSyê ya Herêma Kurdistanê dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst