Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê daket kolanan.
Li bajarên Dêrik û Dirbêsî, Qamişlo û Hisîçayê bi beşdariya bi hezaran kesan êrişên mûşekî û dronî yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
"Dema Kurd birîndar dibin, hemû Kurdistan diêşe"
Kurdên Rojavayê Kurdistanê îro bi rakirina Alayên Kurdistanê nîşan da ku ew li gel birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ne.
Wekî ku berê Kurdên her çar parçeyan ji bo Rojavayê Kurdistanê bûbûn yek, niha jî ji 7 salî heta 70 salî her kes ji bo parastina Başûrê Kurdistanê amade ye.
Li Dirbêsiyê êriş hatin şermezarkirin
Li bajarê Dirbêsiyê bi beşdariya hemû partiyên siyasî û çalakvanan xwenîşandaneke mezin hate lidarxistin.
Çalakvan Nîzam Elîko ji Rûdawê re ragihand ku ev xwenîşandan bi destpêşxeriya çalakvanên bajêr û bi alîkariya rêxistina ENKSyê hatiye sazkirin.
Beşdaran êrişên li ser Baregeha Serok Mesûd Barzanî û Mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kirin.
Dêrik: Yan Kurdistan yan neman
Li bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê jî xelk bi coşeke mezin daket qadan.
Xwenîşanderan Alayên Kurdistanê hildan û bi dirûşmên wekî "Na ji bo êrişan, aştî ji bo Kurdistanê" û "Yan Kurdistan yan neman" piştgiriya xwe diyar kir.
Kesayetên siyasî û çalakvanên Dêrikê tekez kir ku ew dê di her rewşê de li gel Herêma Kurdistanê bin.
Li aliyê din, Kurdên li diyasporayê jî ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê xwe amade dikin da ku li welatên Ewropayê dengê xwe bigihînin saziyên navneteweyî.
#VÎDEO - "Em amade ne ji bo parastina Başûrê Kurdistanê"
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 31, 2026
🔴Li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê xwenîşandan hatin lidarxistin pic.twitter.com/es1f48zjir
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse