Mezlûm Ebdî Cejna Ekîtoyê pîroz kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Cejna Ekîtoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi helkefta Cejna Ekîtoyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî gelê Kildan, Suryan û Asûrî û hemû pêkhateyên herêmê kir.

Ebdî diyar kir ku ev cejn kûrahiya şaristaniya herêmê û nirxên nûbûn û hêviyê nîşan dide.

"Ekîto yekîtî û aramiyê xurttir dike"

Ebdî bal kişand ser girîngiya piştgiriyê û parastina mîrata çandî û şaristaniyê ku yekîtî û aramiyê xurttir dike.

Fermandarê Giştî yê HSDyê di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku ev cejn xêr û aştiyê bîne.

Wî her wiha da zanîn ku ew dixwazin nirxên biratî û bihevrejiyanê yên ji bo paşerojeke ewle û dadperwer xurt bibin.

Mezlûm Ebdî her wiha bi zimanê Suryanî "Ekîto Brîxo" (Ekîto pîroz be) nivîsî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst