Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku Îran û komên çekdar ên Îraqê 474 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
PDKyê amarên wan êrişan belav kirin ku di heyama 30 rojên borî de li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Li gorî amaran, “Îran û milîsên Îraqî" bi sedan caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî agahiyên PDKyê, Supaya Pasdaran a Îranê di heyama mehekê de 179 êriş kirine.
Her wiha, komên milîs ên li Îraqê ku budceya wan ji aliyê hikûmeta federal ve tê dayîn, 295 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
Herî zêde êriş li Hewlêrê hatine kirin
Amar nîşan didin ku herî zêde êriş li parêzgeha Hewlêrê hatine kirin:
- Hewlêr: 370 êriş
- Silêmanî: 90 êriş
- Dihok: 11 êriş
- Helebce: 3 êriş
Di êrişan de cureyên cuda yên çek û taktîkan hatine bikaranîn.
Li gorî amaran herî zêde dronên bombebarkirî hatine bikaranîn.
Dronên bombebarkirî: 359 car (Ji sedî 75,74)
Mûşek: 104 car (Ji sedî 21,94)
Top: 10 car (Ji sedî 2,11)
Êriş bi çekên sivik: Carek (Ji sedî 0,21)
Li gorî amaran, 228 êriş ji aliyê pergalên parastinê ve hatine têkbirin an jî nekarîne bigihîjin wan hedefên ku ji bo wan hatibûn diyarkirin.
Ev amar nîşan didin ku Herêma Kurdistanê meha borî yek ji wan herêman bûye ku herî zêde êriş lê hatine kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse