Bi 513 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ve, bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.

Li gorî şopandina Rûdawê ku rojane amaran qeyd dike, heta niha bi 513 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji şeva borî ve heta nîvroya îro, bi 10 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji wan êrişan 5 li ser Hewlêrê û 5 jî li ser Silêmaniyê bûn.

14 kesan canê xwe ji dest da

Li gorî amaran, di encama tevahiya êrişên li ser Herêma Kurdistanê de heta îro 14 kesan canê xwe ji dest da û 88 kes jî birîndar bûn.

Li gorî amarên komkirî, zêdetirî 390 dron û mûşekan avêtrine Hewlêr û derdora wê.

Her wiha no zêdetirî 100 dron û mûşekan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin û bi 16 dronan jî êrişî Dihokê hatiye kirin.

Li parêzgeha Helebceyê jî di êrişekê de 2 dron hatine bikaranîn.

Hûrgiliyên êrişên nû

Êrişên herî nû yên ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ev in:

Îro derdora demjimêr 11:30ê, dronek li parêzgeha Hewlêrê li Dola Balîsanê teqiya.

Hîn jî ne diyar e ka hatiye teqandin an bi xwe ketiye xwarê.

Îro demjimêr 10:23yê jî dengekî bilind li Hewlêrê hate bihîstin.

Berpirsekî ewlehiyê ji Rûdawê re got, "Êrişeke bi dronê bû û li asman hat têkşikandin."

Îro derdora demjimêr 09:30ê sibehê, dronek li asmanê Hewlêrê ketiye xwarê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew dron li taxa Sêberdanê ya sivîlan ketiye xwarê.

Sibeha îro demjimêr 02:00yê, çend dengên bihêz li Silêmaniyê hatin bihîstin.

Li gorî zanyariyên Asayîşa Silêmaniyê êriş bi dron û mûşekan hatine kirin.

Berdevkê Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê Eqîd Karzan Şêrko îro Sji Rûdawê re ragihand ku êriş bi 2 dron û 2 mûşekan hatine kirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, êriş li ser Fermandariya Pêşmerge û Fermandariya Hêzên 70yê yên Pêşmerge hatine kirin.

Her wiha şeva borî êrişeke din a bi dronê li Silêmaniyê hat kirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, êriş li Girê Rîayeyê yê wî bajarî hatiye kirin ku baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî li wê derê bû û berê jî çendîn caran êriş li ser hatibûn kirin.

Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku di êrişa li Girê Rîayeyê de ti zererên canî çênebûne.

Şeva duşemê demjimêr 21:48an bi dronekê êrişî Hewlêrê hat kirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew dron li asmanê taxa Newrozê ya li rojavayê Hewlêrê hatiye teqandin.

Her şeva duşemê, êrişa duyem a bi dronê demjimêr 22:05an li ser Hewlêrê hatiye kirin.

Şeva borî gotegotên êrişekê li Helebceyê belav bûn.

Îro Qeymeqamê Helebceyê Simko Salar ji Rûdawê re got, "Ti êriş çênebûne û ji ti deveran peyam ji me re nehatiye şandin ku êriş hatibe kirin."

Bîlançoya giştî ya êrişan

Li gorî şopandina Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve heta nîvroya îro, bi 513 dron û mûşekan êrişî her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî şopandinê, di wê demê de 394 dron û mûşek avêtine parêzgeha Hewlêrê.

101 dron û mûşek avêtine parêzgeha Silêmaniyê.

Her wiha bi 16 dronan êrişî Dihokê hatiye kirin û 2 dron avêtine parêzgeha Helebceyê.

Kî bûn qurbanî?

Ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye,  6 kes Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yek bûn ku li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê şehîd bûn.

Kesek karmendê Asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû û şehîd bû.

Her wiha 6 kes Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku 2 li Hewlêrê, 2 li parêzgeha Silêmaniyê û 2 jî li navçeya Başîkê ya Nînowayê şehîd bûn.

Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên komkirî yên Rûdawê, hinek ji birîndaran ev in:

30 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yek ên li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Hewlêrê, 3 Pêşmerge û 2 nobedarên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê.

Her di nava birîndaran de nobedarekî Otela Tîtanîcê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Şaristaniyê yên Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yê û polîsek jî hene.

Ji birîndaran 15 kes sivîl in.

Ji wan sivîlan kesek kuryeyê daxwaziyan ê li Hewlêrê bû, kesek li Kampa Bajid Kendalê ya Zaxoyê, perestarek li Kampa Azadiyê ya Koyeyê, 3 sivîlên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Zewiya Spî ya Koyeyê, zarokek li taxa Qelawayê ya Silêmaniyê, 2 welatî li Kampa Cejnîkanê ya Hewlêrê û 4 welatî li taxeke Hewlêrê birîndar bûn.

Herwiha 2 xwendekar li navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê birîndar bûn.

Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê yên li Hewlêrê bûn.

Herêmên ku hatine bombebarankirin

Parêzgeha Hewlêrê

Dron û mûşek li van navçe û taxan ketine xwarê:

Balîsan, Xebat, navçeya Rizgariyê, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewiya Spî, Kampa Cejnîkanê, Kaniya Qirjalê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha yekeyên Pêşmerge.

Parêzgeha Silêmaniyê

Silêmanî, Girê Rîayeyê, Mêrgepan, Qelawa, taxa Beranan, Cadeya 60 Metrî, gundê Zirguwêz, gundê Zirguwêzele, navçeya Sûrdaşê, qezaya Kifrî, Hêzên 70yê yên Pêşmerge, taxa Taslûceyê, Çiyayê Zimnako û baregeha Pêşmerge.

Parêzgehên Dihok û Helebceyê

Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bajid Kendalê, sînorê Akrê, sînorê navçeya Bicîlê, sînorê qezaya Berdereşê û taxa Maltayê ya li wî bajarî.

Her wiha parêzgeha Helebceyê û Çiyayê Şinirwê jî ji wan cihan bûn ku hatine bombebarankirin.

Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û ji roja yekem a şer ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst