Germiyan (Rûdaw) – Niştecihên gundê Gelabatê yê ser bi bajarokê Kifrî, 3 çekdarên DAIŞê desteser kirin û radestî hêzên ewlehiyê kirin.
Yek ji wan niştecihên gundê Gelabatê – ku ji bo silametiya wî Rûdaw navê wî belav nake – ji Rûdawê re ragihand: “Ji wê dema ku hêzên Pêşmerge ji van deveran derketiye, bi awayekî berdewam di destê şêniyên gund de çek hene. Vê êvarê di saet 07:00an de çar kes ku sê kesên wan çekdarên DAIŞê bûn, ji aliyê niştecihên gundê me ve hatin desteserkirin, piştre radestî hêzên asayîşa Germiyanê hatin kirin.”
Li ser çawaniya desteserkirina wan, şêniyên gundê Gelabatê dibêjin: “Du otomobîl bûn, me çar alî girt û nehişt derbas bin, yek ji wan xwest xwe biteqîne, lê me teqe li nêzîkî wî kir û ew jî rawestiya.”
Niştecihên gundê Gelabatê diyar kirin: “3 çekdarên DAIŞê bûn û ji bo xwe teqandinê, li cem wan kembera bombekirî hebû, kesê çarem ji DAIŞê nebû, tenê ajovanekî barhilgir bû û ji xelkê Kerkûkê bû, ku ji me re got 'van rojan birayekî min biribûn û ji min pere dixwestin, îro min pere anî daku birayê min berdin, lê wan ez jî dîl girtim'.”
Rêveberê Asayişa Kokis Simko Elî ji Rûdawê re ragihand: “Ew kes çekdarên DAIŞê ne û bombe li cem wan hebû. Ji bo lêkolînê, me ew şandin Kifrî.”
Hefteya borî li ser rêya Qeretepe çekdarên DAIŞê du welatî revandin, yek ji wan xizmê asayişê ye û DAIŞ gefa serjêkirinê dixwe, ji bo berdana welatiyê din jî çekdarên DAIŞê 70 hezar dolar dixwazin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse