Li Yalova û Rihayê operasyonên DAIŞê: 34 kes hatin girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Yalova DAIŞ Kuştina polîsan Desteserkirin Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yalova û Rihayê bi tohmeta endamtiya DAIŞê 34 kes hatin girtin.

Her wiha li Kocaeliyê jî 12 kes sewqî dadgehê hatin kirin.

Li Yalovayê piştî şerê ku 3 polîs tê de hatibûn kuştin, li seranserê bajêr operasyonên hevdem li dijî DAIŞê hatin kirin.

Di operasyonan de 42 gumanbar hatibûn desteserkirin û ji wan 26 kes hatin girtin.

29ê Kanûna Pêşîn saet 02:00yan li Kolana Seherê ya Taxa Îsmet Paşayê di operasyona li dijî DAIŞê de ji malekê gule li polîsan hatibûn reşandin.

Di encamê de polîsên bi navê Îlker Pehlîvan (47), Turgut Kulunk (50) û Yasîn Koçyigit (49) hatibpn kuştin.

Di bûyerê de 8 polîs û bekçiyek jî birîndar bibûn.

Di operasyonê de 5 jin û 6 zarokên li navnîşanê bûn bi saxlemî hatin derxistin û di şer de 6 kes hatin kuştin.

42 gumanbar hatin desteserkirin

Piştî bûyerê li seranserê Yalovayê di serdegirtinên hevdem de 42 gumanbar hatin desteserkirin.

Gumanbarên ku di nav wan de 5 jinên ji malê hatibûn rizgarkirin jî hebûn, piştî karûbarên li emniyetê sewqî Dadgeha Yalovayê hatin kirin.

Ji gumanbaran 26 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin, 16 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.

Li Rihayê operasyona DAIŞê: 8 girtî

Piştî operasyona terorê ya li Yalovayê, li Rihayê jî li dijî kesên ku “li ser medyaya civakî propagandaya DAIŞê dikirin û parvekirinên provokatîf dikirin” operasyon hat kirin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Rihayê bi hevahengiya MÎTê operasyon kir û 8 gumanbar desteserkirin.

Gumanbar piştî karûbarên li birêvebiriya ewlehiyê sewqî dadgehê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Li Kocaeliyê 12 gumanbarên DAIŞê sewqî dadgehê hatin kirin

Li Kocaeliyê jî di çarçoveya operasyona li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê de 12 gumanbarên din sewqî dadgehê hatin kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Kocaeliyê dimeşandin de, 29ê Kanûna Pêşîn di operasyonên hevdem de bi giştî 37 gumanbar hatibûn desteserkirin.

Di lêgerîna navnîşanan de demançe, gelek weşanên qedexekirî û materyalên dijîtal hatin bidestxistin.

Di çarçoveya operasyonê de 30 gumanbar berê sewqî dadgehê hatibûn kirin.

Di xebatên ku didomin de bi yakirina 5 gumanbarên din hejmara desteserkiriyan derket 42yan. Karûbarên îfadeyê yên gumanbaran li Dadgeha Kocaeliyê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst