Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêdetirî 3 hezar û 500 daxwazkiriyên Îraqî bi mebesta darizandinê radestî wî welatî kirin.
Çavkaniyeke payebilind a Îraqî got, "Hinek DAIŞiyên biyanî hene ku Îraq daxwaza wan dike."
Li gorî çavkaniyê, di çarçoveya peymanekê de, li gel her karwaneke malbatên ji Kampa Holê, hinek daxwazkirî jî tên radestkirin.
Çavkaniya payebilind a Îraqî ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûdawê re ragihand ku ji destpêka vegerandina malbatên çekdarên DAIŞê yên ji Kampa Holê ve, peymanek hatiye kirin ku li gel vegerandina koçberan hinek daxwazkirî yan cezakirî yên di girtîgehên bin desthilata HSDyê de ne, werin radestkirin.
"Zêdetirî 3500 daxwazkirî hatine radestkirin"
Li gorî gotina wê çavkaniyê, li gel şandina her karwaneke kesûkarên çekdarên DAIŞê, nêzîkî 100 daxwazkirî radestî Îraqê tên kirin.
Ew girtî çekdarên DAIŞê bûne û di operasyonên HSDyê yên li Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyeyê de hatine girtin.
Çavkaniya payebilind ji Rûdawê re her wiha got ku di navbera Îraq û HSDyê de derbarê vê mijarê hevahengî û lihevtêgihiştineke erênî heye û heta niha zêdetirî 3 hezar û 500 daxwazkiriyên Îraqî ji aliyê HSDyê ve hatine radestkirin.
Radestkirina DAIŞiyên biyanî
Heta niha 29 karwanên mirovên çekdarên DAIŞê vegeriyane Îraqê û nêzîkî 5 hezar kes mane ku werin vegerandin.
Biryar e heta dawiya îsal ew jî werin vegerandin û li gel wan daxwazkirî jî dê bên radestkirin.
Îro sê çavkaniyên ewlehiyê yên li Îraqê ji Ajansa Associated Pressê (AP) re ragihandibûn ku 47 welatiyên Fransayê bi tohmeta terorê ji aliyê HSDyê ve radestî hêzên wan hatine kirin.
Wê çavkaniyê ji Rûdawê re amaje bi wê yekê kir ku ew kes beşek ji wan çekdarên DAIŞê ne ku xwedî nasnameyên biyanî ne û dema ku li Îraqê bûne tawan kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse