Rêbwar Talebanî: Divê Pêşmerge vegerin nav Kerkûkê

31-05-2019
RÛDAW
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje, Kerkûk di bin hukmekî leşkerî de ye û divê rewşa vê were asayîkirin.
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje, Kerkûk di bin hukmekî leşkerî de ye û divê rewşa vê were asayîkirin.
Nîşan Kerkûk Kurdistan Rêbwar Talebanî Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet, Rêbwar Talbenaî daxwaz kir ku Pêşmerge û hêzên Asayişê vegerin nav Kerkûkê, daku ewlehiya vê parêzgehê bi temamî bê parastin.

 

Di daxuyaniyeke taybet de Rêbwar Talebanî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî 16ê Oktoberê bi dehan teqîn li Kerkûkê çê bûne, û ew kesên ku hatine nav Kerkûkê, xerîb in û nizanin çawa bajarê Kerkûkê biparêzin û rê li ber êrîşên DAIŞê bigirin.”

 

Rêbwar Talebanî tekezî li ser vê yekê kir ku vegera Pêşmerge bo nav Kekrûkê karekî destûrî û yasayî ye.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê da xuyakirin, niha Kerkûk di bin hukmekî serbazî de ye û daxwaza asayîkirina rewşa vê parêzgehê kir.

 

Şeva bihorî 6 teqînên li pey hev li nav bajarê Kerkûkê çê bûn û li gor agahiyan, di encama wan teqînan de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

 

Piştî teqînan, Serok Barzanî, Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ew teqîn şermezar kirin û daxwaza hemahengî û hevkariya navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, asayîkirina rewşa Kerkûkê û vegera Hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst