Demirtaş: Di vê qonaxê de dest ji siyaseta aktîf berdidim

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Kurd HDP Siyaset
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetvanê Kurd û hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş di peyamekê de ragihand, ku di qonaxa niha de dê dest ji siyaseta aktîf berde.

Selahatin Demirtaş ku niha li Girtîgeha Tîma F a Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê beşek ji hevpeyvîna xwe ya bi Artî Gerçekê re weşandiye. Di vê beşê de ku li ser twittera xwe belav kiriye, Demirtaş dibêje: “Di vê qonaxê de dest ji siyaseta aktîf berdidim.”

Twitta Demirtaş wiha ye:

“Silav. Ez ji hevpeyvîna xwe ya ku dê sibê di Artî Gerçekê de bê weşandin du paragrafan bi we re parve dikim:

Ez li ser navê xwe lêborîna xwe dixwazim, ji ber ku min nekarî siyaseteke layiqî gelê me bimeşînim. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî van kêmasiyan çareser bikim.

Her weha, spas ji bo rexneyên çêker li min. Ez dê hewl bidim ku ji rexneyan sûd werbigirim. Ez weke hemû hevalên xwe dê ji girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê bimeşînim, di vê qonaxê de jî dev ji siyaseta aktîf berdidim.

Ez silavên xwe yên rêhevaltiyê û xoşewîstiya xwe ji we hemûyan re dişînim û we hemûyan bi hesret hembêz dikim. Bi hêviya dîtina we di rojên azad de.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst