Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê siyasî yê Kurd Havîl Acar, piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan.
Havîl Acar li bajarê xwe Êliha Bakurê Kurdistanê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Havîl Acarê ji Êlihê îro ji Girtîgeha Tîpa Tya Bolvadînê ya li bajarê Afyonkarahîsarê hat berdan.
Acar piştî berdana xwe, li gundê xwe Xincikanê yê Êlihê ji aliyê malbata xwe, Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve bi dahol û zirne û govendê hat pêşwazîkirin.
Havîl Acar di axaftina xwe ya di dema pêşwaziyê de diyar kir ku ew kêfxweşiyeke xemgîn dijî û got:
“Divê hemû girtiyên siyasî û yên nexweş werin berdan.”
Havîl Acar sala 1994an li Êlihê hatibû desteserkirin û piştre hatibû girtin.
Acar di 31 salên girtîbûna xwe de li girtîgehên Êlih, Yozgat, Dîlok, Mêrdîn, Tokat û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa Tya Bolvadînê ya Afyonkarahîsarê mabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse