Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê germahiya hewayê rekor şikand û bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.
Esnaf û dikandar hem ji germahiya zêde û hem jî ji bihabûna elektrîkê gazinan dikin û dibêjin ku ew nikarin bi dilê xwe sarkeran (klîma) bi kar bînin.
Li Silopyayê ku yek ji navçeyên herî germ ên Bakurê Kurdistanê ye, pileya germahiyê carinan ji 50yî derbas dibe.
Ji ber vê yekê, dikandarên navçeyê bi zehmetî karê xwe dikin û kiryar jî kêm derdikevin derve.
Hostayê kebaban Cemîl Seher diyar kir ku ji ber germahiyê ew neçar in sarkeran xwe bi awayekî berdewam bixebitînin û got:
“Ji bo ku em xwe hênik bikin, em gelekî pere xerc dikin û elektrîkê zêde bi kar tînin.
Em heta 4 hezar û 800 kîlowatt elektrîk bi kar tînin.
Mehane fatûreya me ya elektrîkê digihêje 40 hezar lîreyî.
Em neçar in sarkerê bi awayekî domdar bixebitînin.”
Germahiya zêde tenê bandorê li esnafan nake, li ser karê rojnamegeran jî dike.
Rojnameger Halîl Coşkun jî bal kişand ser zehmetiyên karê xwe û anî zimên:
“Bê guman dema pileya germahiyê ji 50î derbas dibe, amadekirina nûçeyan gelekî zehmet dibe.
Ez nû ji nûçeyekê vegeriyam, demjimêr 11:30-12:00 e lê min tenê nûçeyek çêkir.
Mirov nikare nîvro derkeve derve, herî kêm heta demjimêr 15:00-16:00an û piştî wê jî, tu nikarî nûçeyan bi dest bixî.”
Roja înê li navçeya Silopyayê pileya germahiyê 50 pileyî derbas kir û ev li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wekî germahiya herî bilind a tomarkirî ket qeydan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse