Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê li xaleke sînorî 10 Kîlogram madeya hişbir ji curê Heşîş girtin.
Hat ragihandin, Hêzên Rêveberiya Asayişa Raperîn li xala kontrolê ya Darşemane ya li bajarokê Qeladzê dest bi ser rêjeyeke zêde ya madeyên hişber de girtine ku ji Îranê ve hatibû anîn.
Berdevkê Asayişa Raperînê, Mihemed Fazil ji Rûdawê re got: “Hêzên me yên Asayişa Qeladzê kesekî tohmetbar girtine ku bi qasî 10 kg madeya hişber ji curê Heşîş pê re bûye û xwastiye ji sînorê Kêlê ve bo nav Herêma Kurdistanê veguhêze.”
Mihemed Fazil ragihand, ew kes niha li gor madeya 14 a taybet bi madeyên hişber hatiye girtin û lêkolîn pê re tê kirin da ku diyar bibe, kesekî din xwediyê wê madeyê ye yan na, herwiha ji bo ku xuya bibe ka kesekî din dest di anîna wê madeyê de heye yan na.
Berdevkê Asayişa Raperînê herwiha got: “Hêzên me dest bi ser wê otomobîlê de jî girtine ku bo veguhastina wê madeya hişber bi kar hatiye.”
Fazil herwiha tekez kir: “Ev yekemîn car e ku bi vî awayî rêjeyeke zêde ya madeyên hişber li vî sînorî tê girtin.”


Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse