Hewlêr (Rûdaw) - Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê ji bo sala nû amadehiyên xwe temam kirine û bi awayekî rengîn hatiye xemilandin.
Sîteya Empireyê bi mîmariya xwe ya modern û xwaringehên cîhanî, wekî navenda sereke ya pîrozbahiyan derdikeve pêş.
Hewlêr bi atmosfereke efsûnî û rengîn xwe ji bo şeva sersalê amade kir.
Li 45 mekanan şahiya taybet
Ji bo şeva sersalê, 45 xwaringeh, kafe û cihên geştyarî yên di nava Empireyê de partiyên taybet organîze dikin û plan dikin ku mêvandariya geştyaran bikin.
Karmenda xwaringeke Empireyê Şirîn Îsmaîlê ji Rûdawê re got:
"Ji bo sersalê çalakiyên me pir zêde ne. Me gelek hunermend û stranbêj vexwendine.
Bername dê ji saet 19:00an heta 01:00ê berdewam bike.
Her wiha dê dîlanên me hebin û fîşekên hewayî yên taybet bên teqandin."
Vebûna bi dehan xwaringeh û kafeyên markeyên cîhanî li Empireyê, ew der kiriye cihê sereke yê geştyaran.
Karmendê xwaringeheke din Mistefa Yûnis jî got, "Hejmara geştyaran li Hewlêrê her sal zêde dibe.
Îsal dê ji par zêdetir be. Ji ber vê yekê me stranbêjên Kurd û biyanî vexwendine ku li xwaringeha me derkevin ser dikê."
"Ji Ewropayê xweştir e"
Dîmenên balkêş ên Empireyê dikin ku her kesê tê Hewlêrê bixwaze li vê derê wêneyên bîranînê bigire.
Geştyarê bi navê Yûsif Heyderî ku ji Besrayê hatiye, atmosfer wiha nirxand:
"Bi rastî hewaya Hewlêrê gelekî xweş e. Atmosfera sersalê û Empireyê bêhempa ye.
Ev der pir sar e, hewaya Besrayê cuda ye, li wir jî zivistan e lê ne wekî vir e."
Geştyara bi navê Dilber Omera ku ji Almanyayê hatiye û plan dike sersalê li Hewlêrê derbas bike jî wiha axivî:
"Niha em li Empireyê ne, hewaya vir bi rastî pir xweş e. Dema em li derdorê dinêrin, em dibînin ku ev der çi qasî xweş e, heta ji Ewropayê jî xweştir e."
Bi hezaran geştyar tên
Di rojên dawî yên salê de ji bo pîrozbahiyên Chritmasê û sersalê her sal bi hezaran geştyar berê xwe didin Hewlêrê.
Şêxmûs Osmanê ku bi eslê xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye û 12 sal in li Almanyayê dijî, ji Rûdawê re got:
"Ez ji bo sersalê hatim Hewlêrê. Jîngeh gelekî xweş e, ez dikarim bibêjim ku ji Ewropayê xweştir e."
Sala 2025an 3 milyon geştyar
Hewlêra ku sala 2025an zêdetirî 3 milyon geştyaran serdana wê kiriye, li ser nexşeya geştyariya cîhanê bûye xaleke balkêş û bi awayekî fermî wekî yek ji cihên herî bijarte yên parzemîna Asyayê hatiye qeydkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse